Berçavkê nadin girtiya ji sedî 85 astengdara çav: Em nikarin nas bikin! 2024-05-23 12:06:02   ENQERE - Binceta “wê neyê naskirin” berçevk û mercekê nadin Selver Yildirim a çavê ji sedî 85 nabîne.    Girtiya nexweş Selver Yildirim a ji sala 1999’an ve hatiye girtin ji ber cezayê muebetê lê hatiye birîn nayê berdan. Çavên Yildirima di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, ji sedî 85 nabînin û Yildirim nikare berçavka bi reçete ya ku hewcehiya wê pê heye nikare bi dest bixe.    Yildirim a dema Girtîgeha Elbîstanê dihat ragirtin û dema wê dibirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbîstanê, ji ber muayeneya bikelemçe qebûl nekir bi salan nehat tedawîkirin. Di pêvajoya piştre de Yildirim sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Sutçu Îmam a Mereşê hate kirin û çi çavê wê de pirsgirêka “herîkîna avê” hate tespîtkirin. Lê belê dermankirina Yildirimê bi hinceta “lazer xera bûye” nehat kirin.    DAXWAZ BI HINCETA ‘EWLEHIYÊ’ HAT ASTENGKIRIN   Dîtina çavên Yildirimê ji ber nehate dermankirin her ku çû kêmtir bû û piştre sewqî Dîlokê hate kirin. Vê carê jî dermankirina Yildirimê bi hinceta “fabrîkayên lazerê hatin girtin” nehat kirin.   Dermankirina Yildirimê piştî sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate kirin dest pê kir. Yildirim xwest demên dermankirina lazerê hîn bibe lê belê vê carê jî bijîş jê re wiha gotin “Heke nexwazî nede kirin, tu dema min digirî?”   Îdareya Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi bi hinceta “ewlehiyê” berçavka tavê û merceka ji bo pirtûkxwendinê nadin Yildirimê. Îdareya girtîgehê raporên bijîşkan ên têkildarî mijarê piştguh dike.    SERDANA ÎHÎKÊ   Yildirim pirsgirêkên ku jiyaye piştî ku bi parêzerê û ji malbata xwe re parve kir serdana Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) hate kirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Mêrdînê Berîtan Guneş Altin û Parlamentera Şirnexê Nevroz Ûysal Aslan di 3’yê çileya 2024’an de serdana ÎHÎK’ê kir banga “civîna lezgîn” kir.    BERSIVA ÎDAREYÊ    ÎHÎK bersiva Midûriyeta Girtîgeh û Malên Tewqîfkirinê ji Altin re şand. Di bersivê de hat gotin ku Yildirim di 24’ê adara 2023’yan de ji Beşa Çav a Nexweşxaneya Dewletê ya Sîncanê re hatiye sewqkirin û bijîşk jî jê re “Ji ber hesasiyeta ronahî û tavê divê berçavka tavê li çavê xwe bike” gotiye. Li belê di biryarê de hat gotin ku berçav û mercek wekî “alavekî medîkal” neyê destgirtin. Midûriyet îdia kir ku dê berçavk nehêle girtî were naskirin.    LI GORÎ NEXWEŞXANEYA BAJAR ‘PÊWÎST NÎN E’   Midûriyetê di bersiva xwe de cih da bersiva Nexweşxaneya Bajar a Bîlkent a Enqereyê ya di 18’ê îlona 2023’yan de daye. Hat gotin ku nexweşxane wiha gotiye, “Bikaranîna berçavk û mercekê ne pêwîst e.”    ‘SEPANEKÎ KÊYFÎ’   Berîtaş Guneş Altin û Nevroz Ûysal Aslan anîn ziman ku nedana berçavka tavê ya bi reçeteyê hatiye nivîsandin, derveyî “feraseta înfaza nûjen” e. Parlamenteran vê yekê weke “sepanekî keyfî” pênase kirin.    MA / Firat Can Arslan