Bertekên li dijî biryarên Doza Kobanê zêde dbin: Em ê li ber zilmê serî netewînin 2024-05-23 11:06:00   AMED - Welatiyên li dijî biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn derketin kolanan gotin ku biryarên siyasî ne, dê li dijî van cezayan li ber xwe bidin û wiha gotin: “Em ê li hemberî zilmê serî netewînin.”    Cezayên di Doza Kobanê de li siyasetmedaran hatin birîn duh li Amedê bi çalakiya “hevdîtina azadî û edaletê” hatin protestokirin. Welatiyên tev li çalakiyên bûn diyar kirin ku cezayên hatine dayîn hiqûqî nînin û dê li dijî van biryaran têkoşîna xwe bidomînin.    ‘DOZA KOBANÊ QIRKIRINA SIYASÎ YE’   Ji welatiyan Fatma Adak Doza Kobanê û biryarên wê weke “qirkirina siyasî” nirxand û wiha got: “Em dixwazin her kes li dijî vê qirkirina siyasî dengê xwe bilind bike. Cezayên hatine dayîn hiqûqî nînin. Em ê daxwaza xwe ya edaletê ya li dijî van biryaran mezintir bikin.”    Abdulkerîm Karacadag jî bi gotina “Şaredariyên me desteser dikin û parlamenterên me digirin” bertek nîşan da û wiha domand:” Sedema van cezayên hatine dayîn ew e ku ji me ditirsin.”    Zekî Kurt jî destnîşan kir ku biryarên hatine dayîn biryarên siyasî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em van biryarên li korîdorên AKP-MHP’ê hatine dayîn qebûl nakin. Em ê kolanan bernedin û dê têkoşîna xwe bidomînin. Ji me ditirsin. Me tune dihesibînin. Em ê serî netewînin.”    ‘EM MAFÊN XWE YÊN SIYASÎ DIXWAZIN’   Ji welatiyan Mîne Karakaş jî bi lêv kir ku cezayên hatine dayîn hiqûqî nînin û wiha pê de çû: “Em vê bêhiqûqtiyê şermezar dikin û qebûl nakin. Dewlet naxwaze em di nava siyasetê de cih bigirin. Gelê me niha li vir e û em mafên xwe yên di siyasetê de dixwazin. Em bi hevalên xwe yên ceza lê hatine birîn re ne.”    ‘KOBANÊ XAKA KURDAN E’   Seyîthan Kurt jî daxuyand ku ew li dijî biryarên têkildarî girtiyan û yên di Doza Kobanê de li kolanan e û axaftina xwe wiha qedand: “Hewl didin kesên serî li ber zilmê natewînin tune bikin. Em amade ne ku ji bo girtiyên xwe her tiştekî bikin. Ev dewlet heta ji cenazeyên me jî ditirse. Ji zindiyên me jî miriyên me jî ditirsin. Kobanê canê me ye, xaka me ye. Xaka kurdan e. Vê ranagirin.”