Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn' 2024-05-23 09:04:03 NAVENDA NÛÇEYAN - Şûraya Dewletê, serlêdana Medenî Alpkaya ku bi hinceta "Pêwendiya wî bi PKK'ê re heye" hat îxracakirin, bi hinceta "Pêwendiya wî bi FETO/PDY'ê re heye" red kir.  AKP'ê, piştî hewldana leşkerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an, bi Biryarnameyê di Hukmê Qanûnê de (KHK), 126 hezar û 300 peywirdarên cemaweriyê ji kar avêt. Kesên hatin îxrackirin demeke dirêj cihek nedîtin ku serî lê bidin. Piştî bertekên raya giştî, Komîsyona Lêkolînkirina Karên rewşa Awarte hat avakirin. Lê belê komîsyonê piraniya serlêdanan red kir. Lê piştî bertek mezintir bûn dadgehên karbidedestî ket destê dadgehên îdareyê. Di vê çarçoveyê de li Enqereyê 4 dadgehên îdareyê hatin wezîfedarkirin. Lê belê serlêdan bi heman hincetan ji aliyê dadgehên îdare û dadgehên îstinafê ve hatin redkirin. Dadgeha di se rvan dadgehan re Şûraya Dewletê jî dest bi lêkolînkirina hin serlêdanan kir.    Ji kesên ku Şûraya Dewletê serlêdana wî vekoland jî, Medenî Alpkaya ye.   Medenî Alpkaya    Alpkaya, gava di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebitî, di sala 2017'an de hat îxrackirin. Dosyeya Alpkaya ewilî çû ber Komîsyona Vekolandina Karên Rewşa Awarte. Komîsyonê got pêwendiya Alkkaya bi PKK'ê re heye û biryara îxrackirinê di cî de dît. Alpkaya di sala 2018'an de serî li Dadgeha Îdare ya 21'ê ya Enqereyê da. Dadgehê di 31'ê çileya 2020'î de biryara Komîsyonê di cî de dît û serlêdanê red kir.    Piştî vê Alpkaya serî li Daîreya Dozê ya Îdareyê ya 14'an a Dadgeha Îdare ya HErêmê ya Enqereyê da. Dadgeha îstinafê jî biryara dadgehê di cî de dît û di 31'ê çileya 2022'yan de serlêdanê red kir.    Piştî vê Alkpakay serî li Şûraya Dewletê da. Şûrayê jî serlêdana Alpkaya red kir.    Şûraya Dewletê, serlêdana Medenî Alpkaya ku bi hinceta "Pêwendiya wî bi PKK'ê re heye" hat îxracakirin, bi hinceta "Pêwendiya wî bi FETO/PDY'ê re heye" red kir.