ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN 2024-05-23 09:00:13   * Xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê, hemû xwendevanên xwe vexwendin çalakiya piştevaniyê ku dê di 2'yê hezîranê de li dar bixin.   * Şûraya Dewletê, serlêdana Medenî Alpkaya ku bi hinceta "Pêwendiya wî bi PKK'ê re heye" hat îxracakirin, bi hinceta "Pêwendiya wî bi FETO/PDY'ê re heye" red kir.    * Dikandarên li Wanê diyar kirin ku ew êdî penîrê bisîrik ku ji ber krîza aborî her meh bihayê wî zêde dibe, bi xiraman difiroşin.   * Endama Piştevana Morê Dîdar Gul ragihand ku ew ê li 3 herêman bi dirûşmeya "Em ne bi tenê, bi hev re bihêz in" konferansan li dar bixin û got: "Rêxistinbûyîn bi qasî nan û avê ji bo me girîng e."    * Li Cizîrê li ser deriyê Medreseya dîrokî ya Mîr Abdaliye zêdeyî 2 sal in nivîsa "Ji ber xirabûnê girtî ye" heye û her ku diçe dîwar hildiweşe. Tevî vê nivîsê jî heta niha tu tedbîr û xebatên restorasyonê nehatine kirin.   * Girtî Nilufer Şahîn anî ziman ku ew mafên li Ocalan tên astengkirin bi kar neanînê, dixwazin bandora tecrîdê vebêjin, bidin fêmkirin û wiha got: “Ocalan ji bo Tirkiye û kurdan şansê aştî, azadî û jiyanekî ewle ye.”    * Koordînatorê Şopandinê yê ECPMF’ê Gurkan Ozturan diyar kir ku Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de serdema herî nebaş dijî û wiha got: “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku astengiyên li pêşiya azadiya çapemeniyê rake.”    * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Curnê Reş a Rihayê û bajarokê Periyê yê Dêrsimê dê bidomin. (12.00-18.00)   * Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê dê “Bostanê Bajar ê Denîz Poyraz” veke. (13.00)   * Danişîna doza zarokê 14 salî yê li navçeya Licê ya Amedê ji hêla 5 polîsan ve hatibû îşkencekirin dê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (14.00)   * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê ku komkujî lê hatibû kirin, bîranînê li dar bixe. (14.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (15.00-17.30)