Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin 2024-05-22 16:05:52   XARPÊT - Li navçeya Qovanciyan a Xarpêtê biryara li ser Doza Kobanê hat şermezarkirin.    DEM Partiyê li navçeya Qovanciyan a Xarpêtê têkildarî cezakirina siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên sûcdaririn, daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hat lidarxistin û gelek welatî beşdar bûn û wêneyên siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hildan. Dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” hat berzkirin.    Mehmet Şahîn ê ji DEM Partiyê axivî û da zanîn ku endamên çeteyan û mafyayan tên berdan û siyasetmedarên kurd tên cezakirin. Şahîn dadgeriya ku Doza Kobanê bi rê ve bir şiband “dadgeha cuntayê” û wiha got: “Di Doza Kobanê de carek din darbeya hiqûqê û siyasetê pêk hat. Em vê carek din dibêjin; em ê tu çaxê destûr nedin faşîzmê. Em ê li dijî faşîzmê mil bidin milê hev û hin bêtir piştevaniya hev bikin. Em van cezayan û biryaran nas nakin.”