Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin 2024-05-22 10:20:58 ŞIRNEX - Zelîha Ozkaplan a ducanî li Cizîrê hat qetilkirin. Birayê wê Cuma Kaptikaçti da zanîn ku bi salan tundî li xwişka hatiye kirin û giliyê der barê kujer de hatine kirin li ber çavan nehatine girtin.    Li taxa Nûrê ya navçeya Cizîr a Şirnexê Zelîha Ozkaplan (25) a ku dayika 3 zarokan bû û ducanî bû ji aliyê hevjînê xwe Haydar Ozkaplan ve di 18’ê gulanê de hat qetilkirin. Piştî bûyerê kiryar ji cihê bûyerê reviya. Lê belê piştî lêpirsîna ku hat destpêkirin û der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Ji sûcê "kuştina bi qestî" hat girtin û şandin girtîgehê. Derket holê ku Zelîha Ozkaplan di temenê xwe yê 18 salî de hatiye zewicandin û bi salan ji aliyê Haydar Ozkaplan ve bi awayekî sîstematîk bi tundiyê re rû bi rû maye.    Di rapora otopsiyê de jî derket holê ku şopên cixarê li ser laşê wê hatine tespîtkirin. Kiryar Haydar Ozkaplan ê ku di heman demê de girêdayî tiryakê bû jî gelek caran  malbata wî çûye Midûriyeta Polîsan ya navçeya û giliyê wî kiriye û daxwaz kirine ku bê girtin. Lê belê ji hêla emniteyê ve bi tu awayî tedbîr nehatiye girtin. Malbata Zelîha Ozkaplan diyar kir ku keça wan bi zanebûn terkî mirinê hatiye kirin.   BI SALAN TUNDÎ LÊ HATIYE KIRIN    Birayê Zelîha Ozkaplan, Cuma Kaptikaçtî diyar kir ku xwişka wî bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê hatiye û wiha got: "Me nizanibû ku tundî li xwişka min tê kirin. Heke ku me bizaniya me yê xilas bikira. Roja bûyerê saet di 04:00’an de ev bûyer çêbûye. Piştî ku agahî ji me re hat em çûn cihê bûyerê. Ji qirika xwe birîndar bû. Me bi ambulansê rakir nexweşxaneyê. Li wir jiyana xwe ji dest da. Em dixwazin ku cezayê giran li vî kujerê bê birîn. Em piştî bûyerê pê hesiyan ku dayika Haydar çend caran çûye emniyetê û ji wan re gotiye, ‘kurê min tiryakê bikar tîne wî bigirin ewlehiya me tune ye’  lê belê encam jê girtiye. Xwişka min tiştek bi me re parve nedikir. Beriya bûyerê 3 rojan em hîn bû ku dayika wî giliyê wî kiriye."   ‘HEKE KU GILÎ ESAS BIHATA GIRTIN XWÎŞKA MIN NIHA SAX BÛ’   Kaptikaçtî anî ziman ku heke giliyên ku li kiryar hatibûn kirin li ber çavan bihatana girtin dibe ku xwişka wî niha sax bûya û divê jinên ku rastî tundiyê tên bêdeng nemînin û wiha got: “Li hemberî van tiryakkaran tu tedbîr nayên girtin. Heger tu giliyê bikî jî pêşiyê ew tên berdan. Heke giliyê diya Haydar esas bihata girtin û hin tedbîr bihatana girtin, belkî niha xwişka min sax bûya. Ew girtî bûya dê tiştek bi xwişka min nehatiba. Di laşê wê de şopên şewatê ya cixarê hatine tespîtkirin. Xwişka min ducanî bû, du kes hatin qetilkirin. Xwişka min hat qetilkirin, lê ji bo ku jinên din neyên qetilkirin divê pêşî li vê bê girtin. Banga min ji hemû jinan re ew e ku dema rastî tundiyê tên, bêdeng nemînin.”   MA / Zeynep Durgut