Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in 2024-05-22 09:33:13 ÎZMÎR - Girtiyên bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hevdîtina û telefona bi malbatê re boykot dikin, çalakiya xwe didomînin. Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku ew ê li pey daxwazên girtiyan bin.    Çalakiya di girtîgehan de ya bi daxwaza rakirina tecrîdê, pêkanîna azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demoktîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, didome. Girtî çalakiya di 27’ê mijdara 2023’yan de wek greva birçîbûnê dane destpêkirin, piştî 4’ê nîsanê veguherandin boykotkirina dadgah, hevdîtina telefon û malbatê. Dayikên ku ji bo pêkanîna daxwazên girtiyan çalakiyê li dar dixin, banga pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.    ‘BI QASÎ KU TECRÎD BIDOME DÊ TÊKOŞÎN MEZIN BIBE’   Dayika Aştiyê Behiye Yalçin diyar kir ku ew li dijî tecrîda ser Abdullah Ocalan têdikoşin û wiha axivî: “Tecrîd li ser hemû gelan tê sepandin. Heke gelê ku têkoşînê nemeşîne dê ev tecrîd ranebe. Divê her kesek destê xwe dane ser wijdana xwe û bi hev re gav bavêje. Kîjan hiqûq kîjan edaletê vê rewşê qebûl dike. Bila ev tecrîda li ser me were rakirin.”   Dayika Bayram Kaymaz ê di Girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê de tê ragirtin Medîne Kaymaz (80) anî ziman ku aştî jî bi Abdullah Ocalan re tê tecrîdkirin û ev tişt anî ziman: “Bi qasî ku tecrîd bidome em ê têkoşînê mezin bikin. Deriyê bi ser Ocalan de hatiye girtin deriyê zilmê ye. Dema ku ewil hate girtin mirovan vê yekê qebûl nekirin, canê xwe feda kirin û serî netewandin. Em ne şer lê ji ber aştiyê dixwazin li ber deriyê girtîgehan çalakiyê dikin. Em li bendê ne ku her kesek piştgiriyê bide çalakiya me.”   ‘LI HUNDIR Û DERVE TÊKOŞÎN DIDOME’   Fehîme Poyraz a 2 zarokên wê di girtîgehê de tên ragirtin jî ev tişt anîn ziman: “Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe tu kes azad nabe. Divê gel ji vê zilmê re bêjin reweste. Zarokên me li hundir, em li vê derê bi heman daxwazê çalakiyê li dar dixin. Em ê heya dawiyê li pey zarokên xwe bin û dê têbikoşin. Armanca zarokên me çi be armanca me jî ew e. Bila gel piştigiriyê bidin çalakiya me û bila ev tecrîd were rakirin.”    Dayika Firat Yagmekan ê di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin Sûltan Yagmekan jî da zanîn ku divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û bal kişand ser çalakiya ku ew didomîninû ya girtiyan a bi heman armancê tê lidarxisin. Yagmekan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nexweşiyên zarokên me hene. Ji ber dernakevin hevdîtinê û telefonê em nizanin rewşa wan çi ye. Em ji vê rewşê biguman in. Divê demildest daxwazên zarokên me werin pêkanîn û Abdullah Ocalan azad bibe. Bi qasî ku tecrîd bidome em ê bi zarokên xwe ve dest ji vê tecrîdê bernedin. Em ji bo vî welatî edaletê dixwazin. Bi ser me hemûyan tecrîd heye. Bi qasî ku em aştiyê dixwazin ew ‘zilmê’ li ser me ferz dikin. Banga me ji hemû welatparêzan ev e, bila piştgiriyê bidin çalakiya me.”