Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne 2024-05-22 09:20:26 RIHA - Berdevkê Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a DEM Partiyê Mehmet Ogur bang li hilbijêrên Curnê Reş ên derveyî navçeyê kir û wiha got: “Bi dengekî her tişt diguhere. Dê bike ku şaredariya ev 45 sal in weke şîrketa malbatekê tê bikaranîn bikeve destê gel. Xwe bigihînin me, werin dengê xwe bidin.”  Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên li navçeya Curnê Reş a Rihayê didomin ku biryara dubarekirina hilbijartinê hatibû dayîn. Partiyî her roj gund bi gund, derî bi derî digerin û dibin mêvanên gel. Di serdanan de şewitandina sindoqan û betalkirina hilbijartinê tê teşhîrkirin û peyama serkeftina 2’yê hezîranê tê dayîn. Gelek parlamenterên DEM Partiyî jî di xebatan de cih digirin û ji vê armanc ew e ku hemû hilbijêran bibin ser sindoqan. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de DEM Partiyê bi 521 deng ferq bi ser ketibû. Komîsyona Hilbijêrên Bitevger ku di hilbijartina 31’ê Adarê de hatibû avakirin, amadekariyan dike ku herî kêm 2 hezar hilbijêran ji derveyî navçeyê bîne ser sindoqan. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji 27 hezar û 686 hilbijêran 22 hezar û 74 jê çûbûn ser sindoqan. Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 79.73 bû û DEM Partî ji bo vê rêjeyê zêde bike, çû serdana karkerên demsalî yên li Hatay, Edene, Yozgat û Konyayê û banga hatina ser sindoqan lê kir.    Berdevkê Komîsyonê Mehmet Ogur têkildarî xebatên hilbijêrên veguhestî axivî û banga tevlibûnê kir.    Ogur, bi bîr xist ku di 31’ê Adarê de DEM Partî bi ser ketiye lê ji ber ku xizmên namzetê AKP’ê Alî Aslan Bayik û komeke ji 50 kesan sindoq şewitandin, hilbijartin hatiye dubarekirin. Ogur, wiha domand: “Me xebatên xwe bibiryartir dan destpêkirin. Divê her kes li dijî vê derhiqûqtiyê li cem DEM Partiyê cih bigire. Em li vir in, em carekê bi ser ketin û dê dîsa bi ser kevin. Bi hezaran kesên ji Curnê Reş hene ku li ser înşaetê dixebitin, li dibistanan dixwînin an jî karkerên demsalî ne. Me xwe gihand nêzî 2 hezar kesan. Dê xebatên me yên hilbijêrên veguhestî bidomin.”   'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI NAVÇEYA XWE DERKEVE’    Di berdewamê de Ogur anî ziman ku dê xebatên wan heta 30’ê gulanê bidomin û wiha pê de çû: “Divê her kes xwedî li navçeya xwe derkeve. Divê em îradeya xwe ya hatiye binpêkirin dîsa rakin ser pêyan. Li Curnê Reş axeke berhemddar heye lê gelek kes weke karkerên demsalî diçin derveyî bajar. Xaka me ya herî berhemdar di bin Bendava Ataturkê de hatin hiştin. Li ber serê me Firat heye lê bi hezaran donimên erd bêav in. Welatiyên me yên ku bi hezaran donim erdên wan hene niha weke karkerên demsalî diçin Behra Reş. Ev polîtîkayeke bizanebûn e. Dema me şaredarî dîsa bi dest xist em ê kooperatîfan ava bikin. Ji bo pêşxistina çandinî û sewalkariyê projeyên me hene. Em ê qadên îstîhdamê ava bikin da ku gelê me ji xaka xwe bar neke.”    'EM Ê BI HEV RE BIRÊVE BIBIN’   Ogur, da zanîn ku her dengê tê bikaranîn girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Bi dengekî pir tişt diguherin. Dengek dikare pergalekê biguherîne. Dê bike ku şîrketa ev 45 sal in weke şîrketa malbatekê tê bikaranîn bibe şaredariya gel. Divê Şaredariy Curnê Reş dîsa bibe ya gel. Bendewariya me ev e. Em di 31’ê Adarê de bi ser ketin û dê dîsa bi ser kevin. Em ê destûrê nedin ku bêhiqûqtiya hatiye kirin dîsa dubare bikin. Ji bo vê jî hûn li ku jî bin xwe bigihînin me. Curnê Reş a me ye û dê wisa bimîne. Em ê bi hev re bi ser kevin û bi hev re birêve bibin. Xwe li ser telefonê jî bigihînin me. Hejmara telefonê ya komîsyona me 0544 235 69 60 ye. Her kes dikare li ser vê hejmarê xwe bigihîne me.”    MA / Emrûllah Acar