Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin 2024-05-22 09:18:10   WAN - Agurne Gaubeka Erauskin a ji Baskê ku li ser zimanan lêkolînan dike, anî ziman ku piştî têkoşîneke dûr û dirêj imanê xwe parastine û got ku divê kurd jî ji xeynî "fermîbûna kurdî" tu rêyeke din qebûl nekin.    Lêkolîner û Çavdêra Zimanan Agûrne Gaûbeka Eraûskîn ê ji Herêma Baskê, li Wanê beşdarî Yekemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ya Egîtîm Senê bû. Eraûskîn di sempozyûmê de tecrûbeyên xwe parve kirin. Eraûskîn, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'DIVÊ ZIMAN BIBIN ZIMANÊ FERMÎ'   Eraûskîn diyar kir ku hebûna ziman û civakan ji hev cuda nayên nirxandin û got ku divê ziman tenê wekî pirsgirêka mafên mirovan neyê nirxandin, divê wekî pirsgirêka hebûn û tunebûnê ya neteweyekê jî bê çareserkirin. Eraûskîn bal kişand ser têkoşîna kurdan a ji bo ziman û got: "Ji bilî zimanê fermî divê tu alternatîfek neyê qebûlkirin."   Eraûskîn anî ziman ku ziman di heman demê de mijareke di ser siyasetê re ye û got ku Bask di her qadên perwerde û jiyanê de ji bo bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin têkoşiyane û rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî piştgiriyê dane vê têkoşînê. Eraûskîn diyar kir ku baskî têkoşîna zimanê dayikê wekî têkoşîneke topyekûn nirxandine û di encama vê têkoşînê de Îspanya neçar maye gavina biavêje.   ZEXTÊN LI KURDISTANÊ   Eraûskîn têkoşîna bask û kurdan a ji bo zimanê xwe yê dayikê û helwesta dewletên serwer a li hemberî vê yekê dan ber hev û got ku li Kurdistanê zext dijwartir in. Eraûskîn got: "Ziman, di heman demê de civakek e û tu nikarî wan ji hev qut bikî. Dema min welatê Bask û Kurdistanê dan ber hev, ez pê hesiyam ku li vir zext zêdetir in. Di navbera zimanê gelê Baskê û gelê kurd de cudahî hene. Em xwedî yek ziman û zaravayê bûn, lê kurd xwedî yek ziman û gelek zaravaya ne. Ligel zextên dewletê, min dît ku kurd di warê zaravayan de jî ku bi kîjan zaravayî biaxivin, nîqaşan dikin. A rast, ev tiştekî erênî ye. Ez dikarim bibêjim ya herî zêde bandorê li min kir ev e."    TEKNOLOJÎ Û PARASTINA ZIMAN   Eraûskîn diyar kir ku li hemberî teknolojiyê ku her diçe pêş dikeve, ji bo parastina ziman pêdivî bi sermayeyekê heye û got: "Bi taybetî ji bo parastina zimanên kêmneteweyan pêwîstî bi sermayeyê heye. Helbet ji bo parastina ziman jî piştgiriya dewletan pêwîst e. Pêdivî ye ku hemû zimanên kêmneteweyan bibin xwedî statuyek. Ji ber ku pêdivî ye ku zimanên hindikahî li hember yek zimanî û pêşketina teknolojiyê bên parastin. Ji ber berjewendiyên xwe yên bi dewletan re, ez bawer nakim ku saziyên navneteweyî di vî warî de rol û mîsyona xwe bilîzin. Tirkiye û Spanya mînakên herî baş ên vê yekê ne."   Eraûskîn da zanîn ku divê têkoşîna ziman neyê sînordarkirin û her qad parçeyeke xwezayî ya vê têkoşînê ye û got: "Ji bo vê jî divê sempozyûm, atolye û lêkolînên berfireh bên kirin. Ev lêkolîn jî, ji bo ziman amûrên têkoşînê yên girîng in. Dema ev lêkolîn tên kirin divê tevlêbûna gel, dînamîkên bajar û her kesî misoger bibin. Serkeftin tenê dikare bi vî rengî bê."