Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in 2024-05-22 09:16:31 WAN - Bijîşk Huseyîn Yavîç anî ziman ku di serî de Îmralî divê tecrîda li hemû girtîgehan bê rakirin û got: "Li girtîgehan tecrîdeke mutleq tê pêkanîn. Em ji ber tenduristiya girtiyan bi fikar in."  Girtiyên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di 27'ê Mijdara 2023'yan de dabûn destpêkirin, di 4'ê Nîsanê de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyên ku çalakiya xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin, ji bo balê bikşînin ser şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakiya xwe bi boykotkirina dadgehan û nepêkanîna hevdîtina bi malbatê re didomînin. Ji Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Wanê Bijîşk Huseyîn Yaviç, çalakiyên li girtîgehan didomin nirxandin.   'TECRÎD HER DIÇE KÛRTIR DIBE'   Yaviç diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê kûr bûye û hem hiqûqa navxweyî hem jî hiqûqa navneteweyî esas nayê girtin û got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê ji salên 90'î û vir ve polîtîkaya tecrîdê gav bi gav kûr dibe. Bi taybet bi girtîgehên Tîpa F û Ewlehiya Bilind re û bi girtîgehên Tîpa S ên vê dawiyê hatin çêkirin, girtî tên îzolekirin. Tecrîda mutleq tê pêkanîn."    ‘EM BI FIKAR IN'   Bijîşk Huseyîn Yavîç   Yaviç bal kişand ku rewşa li girtîgehan bandoreke neyînî li tenduristiya girtiyên nexweş dike û got: "Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş ên giran hene. Neşopandina pêvajoya dermankirina girtiyên nexweş, wê bibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. A rast di pêş de wê wê boykot bibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê. Bi sedan girtiyên nexweş yên divê bi awayekî rêkûpêk biçin nexweşxaneyê û bên kontrolkirin hene. Em ji ber tenduristiya girtiyan bi fikar in. Ji ber vê yekê divê gel û civaka navneteweyî li hemberî vê pêvajoyê hestiyar bin."   'EM PÊVAJOYÊ DIŞOPÎNIN'   Yaviç diyar kir ku divê demildest tecrîd bê rakirin û got ku ji bo daxwazên girtiyan pêk bê ew pêvajoyê dişopînin. Yaviç got: "Daxwazên girtiyan mafê herî bingehîn in ku di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de hene. Divê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em daxwaz dikin ku ev daxwaz pêk bên. Ya ku dê daxwazan qebûl bike Wezareta Dadê ye. Lê belê bi salan e çi erênî çi neyînî bersiva çalakiyên ji bo tecrîdê tên kirin nayên bersivandin. Girtîgehên Tirkiyeyê di sicîla Tirkiyeyê de veguherîne pirgsirêkeke kronîk. Raporên 'dikare di girtîgehê de bimîne' yên ATK'ê dbe sedem ku cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê hemû sazî û welatî di vîw arî de hesas bin."