Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek 2024-05-21 20:17:51   MÊRDÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê der barê biryara doza Kobanê de daxuyanî da û got: “Em ê li dijî tiştên hatine jiyîn bêdeng nemînin. Pêkanînên dijdemokratîk yên di darazê de ji bo me nayê qebûlkirin.”   Platforma Ked û Demokrasiyê der barê biryara Doza Kobanê de li Parka Karayollari daxuyanî da. Pêkhateyên platformê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘li dijî faşîzmê wê demokrastî bi serkeve’ hat hildan. Erkan Yavuz li ser navê platformê daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku biryara ji doza Kobanê hatiye girtin ne ji salona dadgehê ji qesrê hatiye girtin û got ev biryar di esasa polîtîkayên dijdemokratîk de hatiye girtin. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Kesên ji v3e dozê hatine darizandin yê ji bo aştî û demokrasiyê bedel dane. Bi dehan carî ev îspat jî kirine. Em ê li dijî tiştên hatine jiyîn bêdeng nemînin. Hewcedariya me bi têkoşîşneke hevpar û yekbûyî heye. Em biryarê şermezar dikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Kobanê’ bidawî bû.