Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan 2024-05-21 17:05:21   ANTALYA - Hempîşeyên wê xwestin parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ya ji meha sibatê ve tê ragirtin, were berdan û gotin: “Em naxwazin parêzertî were sûcdarkirin.”    Parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ya di 20’ê sibatê di serdagirtina malê de hate binçavkirin. Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Antalyayê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD), nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) xwestin hempîşeya wan were berdan.    EM DESTÛR NADIN BIBE MEXDÛRA BINPÊKIRINA MAFAN   Ji nunertiya OHD’a Antalyayê Ulaş Ertaş di çalakiya li pêşiya Edliyeya Antalyayê axivî û ev tişt gotin: “Gumanên me hene ku hempîşeya me wek adîlane nayê darizandin. Hemû delîl hatine komkirin lê belê pêvajoya darizandinê wek kêfî tê dirêjkirin. Em dixwazin biryara astengkirina dosyeyê were rakirin û pêvajo zû were temamkirin. Em sûcdarkirina parêzertî û parastina mafan qebûl nakin. Em ê destûr nedin ku hempîşeya me bibe mexdûra binpêkirina mafan.”