Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin 2024-05-21 16:50:59   AMED - Danişîna doza der barê parêzer Necat Çîçek de ku ji ber parêzeriya kesên bi îdiaya “rêxistinê” tên girtin kiriye, hatibû vekirin. Danişîna ewil hat taloqkirin.    Der barê parêzer Necat Çîçek li ser îtîrafkariya Umît Akbiyik bi îdiaya ku “parêzeriya kesên ji sûcê rêxistinê tên girtin kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Çîçek bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê darizandin. Gelek parêzer beşdarî danişînê bûn.    Çîçek parastina xwe kir û got ew Umît Akbiyik nas nake û got ew bi armanca ku serdana miwekîlê xwe bike çûye Girtîgeha Yozgatê û tu nîşeyek nedaye girtiyan.    Dozger xwest tedbîra kontrola edlî der barê Çîçek de berdewam bike.    Parêzerên Çîçek parastina hempîşeyên xwe kirin û xwestin ew bê beraetkirin. Le dadgehe daxwaza parezeran red kir.    Şandeya dadgehê biryar da ku kontrola edlî ya der barê Çîçek de berdewam bike. Dadgehê biryar da ku li karmendê Girtîgeha Yozgatê û Umît Akbiyik were guhdarîkirin. Danişîn taloqî 3’yê cotmehê hat kirin.