Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin 2024-05-21 16:26:45 RIHA - Di danişîna doza Komkujiya Pirsûsê de ku der barê bersûcên firarî de berdewam dike, daxwazên malbat û parêzeran hatin redkirin. Hat xwestin li Ahmet Davûtoglû bê guhdarîkirin.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişek xwekuj li dijî ciwanên sosyalist pêk anîbû û 33 kes hatibûn qetilkirin. Danişîna şeşemîn a doza der barê bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Balî de ku berdewam dike li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî danişînê bûn.    ‘BILA LI DAVÛTOGLÛ BÊ GUHDARÎKIRIN’   Malbatên qurbaniyên komkujiyê di danişînê de axivîn û xwestin li serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû û ji bersûcên komkujiyê Omer Aslan bê guhdarîkirin. Malbatan da zanîn ku 9 sal in ew li edaletê digerin lê edalet pêk nayê.    DAXWAZ HATIN REDKIRIN    Parêzerên dozê Sevda Çelîk Ozbîngol, Sabrî Unuvar, Serdil Îzol, Sezîn Ûçar, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel xwestin çawa pêkhatina komkujiyê derkeve holê û li bersûcan û Ahmet Davûtoglû bê guhdarîkirin.    Şandeya dadgehê biryar da ku ji bo xwestina qeydên bersûcên firarî yên di Pergala Naskirina Plakê (PTS) de (heke ku hebe) ji Midûriyeta Giştî ya Polîsan re nivîsa müzakereye bê nivîsandin. Dadgehê hemû daxwazên malbatan û parêzeran red kir û dozê taloqî 5’ê mijdarê kir.    POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ    Piştî danişînê li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Parêzer Sevda Ozbîngol axivî û da zanîn ku ew ê destûr nedin ku di dosyeyê de polîtîkaya necezakirinê pêk were.    Yakûp Demîr jî li ser navê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê axivî û anî ziman ku biryara dadgehê wek biryarek “pirsgirêka dewletê ye” pênase kir.    Parlamenterê CHP’ê yê Rihayê Mahmut Tanal jî axivî û xwest di danişîna mijdarê de bê lidarxistin, Ahmet Davûtoglû jî bila bînin û lê bê guhdarîkirin.