DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin 2024-05-21 10:42:58   ENQERE-DEM Partî qetlîama 160 sal berî niha li dijî çerkezan hatibû pêkanîn bi bîr xist û wiha got: “Divê mafên ziman û çandê yên Çerkezên li Tirkiyeyê dijîn were dayîn, navên gundên wan yên hatine guherandin werin dayîn, vegera wan a welatê xwe bêyî şert, wek madî û manewî were pêkanîn.”    Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mûtlû û Mahfûz Guleryuz têkildarî salvegera 21’ê gulana 1864’an a sirgun û qetilkirinên gelê Çerkez ê di dema dagirkeriya Rûsyaya Çaritiyê de hatibûn pêkanîn, daxuyaniyekî parve kirin.    Di daxuyaniya bi sernavê “Em êşa Çerkezan a 160 sal berî niha jiyabûn parve dikin” hatiye dayîn de rewşa 1,5 milyon çerkezên ku 160 sal berî niha belavî bajarên Anatoliya û gelek welatên cîhanê hatine kirin û 500 hezarê zêdetirî wan ên ku jiyana xwe dane bi bîr xist.    DIVÊ MAFÊ ÇERKEZÊN LI TIRKIYEYÊ WERIN DAYÎN   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Çerkez li hemû welatên ku tê de dijîn têkoşîna demokrasî, azadî, edalet û nasnameyê didin û daxwazin ev têkoşîn di çarçoveya mafên wekhevî were nirxandin. Divê mafên ziman û çandê yên çerkezên li Tirkiyeyê dijîn were dayîn, navên gundên wan ên hatine guherandin were dayîn, vegera wan a welatê xwe bêyî şert wek madî û manevî were pêkanîn. Em wek DEM Partî bang dikin ku daxwazên çerkezan ên nasnameyî, zimanê zikmakî, çandî û jiyana daxwaz dikin wek mafên demokratîk û azadiyê werin qebûlkirin. Em êşa çerkezan ji dil ve parve dikin.