Girtiyên serî natewînin nayên berdan! 2024-05-21 09:13:38 STENBOL - Hatîce Onaran anî ziman ku desthilat di hêla berdana girtiyên nexweş de cihêkariyê dike û got: “Desthilat bi hiqûqa dijminatiyê bersiva hemû kesên serî netewînin dide.”    Her roj li dijî girtiyên nexweş binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amade kiriye 651’ê wan giran, bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Berdana girtiyên neşxweş ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) amade dike, tê astengkirin.    Rewşa girtiyên ku bi raporên ATK’ê berdana wan tê astengkirin her ku diçe girantir dibe, ji ber vê yekê jî girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên ÎHD’ê, di sala 2022’yan de 78, di sala 2023’yan de 42 girtî jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî Reber Soydan ê di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind de dihat ragirtin, di 11’ê gulanê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Desthilata ku wek nedîtî nêzî bang û çalakiyên ji bo berdana girtiyên nexweş tên lidarxistin dibe, Fevzî Turkerî, Yildirim Turker, Aydan Erol, Cevat Temel Ozkaynak, Erol Ozkasnak, Çetîn Dogan û Çevîk Bîr ên ji doza 28’ê Sibatê bi sûcdariya “hewldana darbeyê” cezayê muebetê li wan hatine birîn hatin efûkirin. Piştî biryara Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan kesên girtî hatin berdan.    Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran   ‘BI HIQÛQA DIJMINATIYÊ NÊZÎ GIRTIYÊN XEXWEŞ DIBIN’   Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran têkildarî nêzîkatiya girtiyên nexweş a desthilatê axivî. Onaran destnîşan kir ku di girtîgehan de bi sedan girtiyên nexweş hene û da zanîn ku girtiyên nexweş nikarin pêdiviyên xwe yên sereke çareser bikin. Onaran anî ziman ku nêzîkatiya desthiatê ya ji girtiyên Doza 28’ê Sibatê, cihêkariyê ye û wiha axivî: “Em salan e bi Rûniştinên F’yê her hefteyê balê dikişînin ser rewşa girtîyek cudatir ê nexweş. Lê belê em dizanin ku li gorî kêfa dilê xwe nêzî girtiyan nexweş dibin. Heke di holê qanûnek hebe, divê li gorî her kesî wekhev were sepandin. Li belê em dibînin ku desthilat bi hiqûqa dijminatiyê nêzî kesên wekî xwe nabe nafikire û kesên serî li ber wan natewînin dibe.”   BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR   Onaran bi bîr xist ku di rewşa heyî de de girtiyên nexweş rastî “hiqûqa dijminatiyê” tên. Onaran bal kişand ser nîqaşên demên dawî yên desthilatê yên “nermbûn” û “asayîbûnê” û ev tişt gotin: “Di girtîgehê de tu bandora vê “nermbûnê” nîn e. Nermbûn bi ser polîtîkayên tecrîdê nayê dîtin. Em dibînin ku rewşa girtîgehan bêhtir giran dibe. Dema em berê xwe didin rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê em dibinîn ku tu sistbûn, nermbûn nîn e.”   Onaran di dawiya axaftina xwe de bang li malbat û saziyên sivîl kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, hestiyar bin û wiha got: “Em dikarin bi têkoşîna her kesî û saziyên sivîl ên civakî, pergala heyî biguherînin. Bi qasî ku em têkoşînekî hevpar nedin û seknekî rast nîşan nedin em ê tu destketiyan bi dest nexin. Tevî malbatan divê hemû derdorên hestiyar li dijî polîtîkayên tecrîdê têbikoşin.”