Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin' 2024-05-20 18:57:32   COLEMÊRG -  Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê banga "Dawî li tecrîdê bînin, rêya diyalogê vekin û pirsgirêkan çareser bikin" kirin.    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê, li gundê Nehrî yê navçeya Şemzînan a Geverê serdana tirbeya neviyê Şêx Ubeydullahê Nehrî Seyyîd Taha Nehrî kirin. Piştî serdanê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî hat dayîn. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê Emîne Atakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku tecrîd bi dawî bibe û rêya çareseriyê bê vekirin.    'CEZAKIRINA SIYASETMEDARÊN KURD ZILM E'   Piştî duayan Atakê diyar kir ku Şêx Ubeydullahê Nehrî û neviyên wî di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de roleke mezin lîstine û got ku ew wekî neviyên Şêx Ubeydullah Nehrî ew heya niha vê têkoşînê didomînin.    Atakê bal kişand ser cezakirina siyasetmedarên kurd û got: "Cezayê li Selahattîn Demirtaş û Figen yuksekdagê hatine birin nayên qebûlkirin. Em ji zû de ye xeberê ji zarokên xwe yên girtî nagirin û her diçe fikarên me zêde dibin. Cezakirian siyaset5medaran » polîtîkayên çewisandinê zilm e. Demildest divê dawî li vê polîtîkayê bê."    Atakê got: "Dawî li tecrîdê bînin, rêya diyalogê vekin û pirsgirêkan çareser bikin" kirin.    Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.