Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin 2024-05-20 09:54:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde kir.    Hişyariyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê yên ji bo barîna barana zêde didomin. Li gorî rapora rojane ya meteorolojiyê; dê li Qers, Erdexan, Bedlîs, Wan, Colemêrg, Dîlok, Kîlîs, Afyonkarahîsar, Enqere û Çankiriyê baraneke zêde bibare û birûsk hebin. Li hinek bajaran barîn dest pê kirin û tê payîn ku li herêmên Marmara, Ege û Behra Spî jî hewayekî bitoz hebe.