Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin 2024-05-19 09:07:44   ŞIRNEX - Naîf Îşçî yê di 14 saliya xwe de li Cizîrê hat girtin, ji ber "poşmanîtiyê" qebûl nekir, berdana wî cara 4'an hat taloqkirin. Dayik Nebahat Îşçî got: "Ma kurê min çi kiriye ku poşman bibe?"   Naîf Îşçî yê ku di Îlona 2010'an de di 14 saliya xwe de li Cizîra Şirnexê hat binçavkirin û niha 28 salî ye, bi îdiayên "bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye", "propagandaya rêxistinê", "muxalefeta li dijî qanûna civîn, meş û xwepêşandanan" û "bêyî destûr peydakirina madeyên talûke" 24 sal ceza lê hatibû birîn. Dadgeha Bilind, ji ber ku temenê Îşçî biçûk bû, cezayê wî daxistibû 16 salan.    Berdana Îşçî, cara 4'an bi hinceta "poşmanîtiyê" qebûl nake hat taloqkirin.    Îşçî, berî bê girtin qeza kiribû û ji ber vê di nigê wî de platîn heye. Ji ber vê nigê wî yê çepê kin maye. Îşçî pir nikare bimeşe.    ‘NE HIQÛQ NE EDALET HEYE'   Dêya Îşçî Nebahat Îşçiyê diyar kir ku şewitandina înfaza girtiyên nexweş ji ber bê edaletiya li welêt e û got: "Kurê min 14 sal in girtiye. Di temenekî biçûk de hat girtin. Zaroktiya kurê min dizîn, jiyana wî perîşan kirin. Kurê min cezayê xwe qedandiye û diviyabû di 6'ê Gulanê de bihata berdan. Min got wê bê berdan û min dest bi amadekariyan kir. Çavên min li rêyan man. Lê ji ber ferzkirina poşmanîtiyê qebûl nekir, berdana wî cara 4'an 3 mehan hat taloqkirin. Edalet û hiqûqa vî welatî tune ye. Cezayên zarokên me diqedin, lê wan bernadin. Ma ev edalet e?"   Dayik Nebahat Îşçî got: "Ma kurê min çi kiriye ku poşman bibe?"