Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn 2024-05-19 08:49:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Erbaa ya Tokatê di malekê de teqîn çêbû. Di teqînê de 5 jê cendirme bi giştî 7 kes birîndar bûn. Hat îdiakirin ku teqîn ji ber teqemeniyeke bi dest hatiye çêkirin çêbûye.    Hêzên cendirmeyan li ser îxbarekê çûn gundê Hurmuzlu yê navçeya Erbaa ya Tokatê. Hat zanîn ku dema cendirme diketin malekê, teqîn pêk hat. Di teqînê de kesên bi navên Sefa K., Ahmet K. û 5 cendirme birîndar bûn.    Waliyê Tokatê Nûman Hatîpoglû têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê got ku teqîn li bajarokê Karayaka yê navçeya Erbaayê pêk hatiye û ji bo birîndaran şîfaya xêrê xwest. Hatîpoglû got ku lêpirsîna wan didome û li gorî daneyên destpêkê, bûyer ji ber dijminatiya di navbera du malbatan de qewimî ye.