Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn 2024-05-18 13:40:45 STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan pirsîn ku di sala 1994’an de li navçeya Pasûrê hatibûn binçavkirin û windakirin. Her wiha bang hate kirin ku dadgeh biryarên DMME’yê pêk bîne.  Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 999’emîn de careke din li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Parastvanên mafan jî piştgirî dan çalakiyê û wêneyên windakiriyan û qurnefîl hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Selîm Orhan (46), Hasan Orhan (40) û Cezayîr Orhan (17) hate pirsîn ku di 24’ê gulana 1994’an de li navçeya Pasûr a Amedê hatin binçavkirin û windakirin û hat xwestin ku faîlên wan bên darizandin.    Metna daxuyaniyê ji hêla parêzera ÎHD'ê Ummuhan Kaya ve hat xwendin. Beriya daxuyaniyê Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û bal kişand ser Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Windakirina di Binçavan de.   Piştre jî metna daxuyaniyê ji hêla Kaya ve hate xwendin. Kaya, diyar kir ku bila 30 salên înkar û bêcezabûnê bi dawî bibe û wiha got: “Bila rastiya dosyaya Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan derkeve holê, edalet pêk were. Dewlet peywira xwe pêk neaniye. Di 20’ê nîsana 1994’an de yekîneya leşkerî ya Tûgaya Komando ya Boluyê li derdora gundê Çaglayan ê navçeya Qulpê ya Amedê kamp ava kir. Leşkerên yekîneya ku li herêmê operasyon dimeşînin di 24'ê gulana 1994'an de hatin gundê Deveboynu. Mehmet Selîm ê 46 salî, Hasan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî ku wê demê li gund bûn bi xwe re birin. Malbatên wan pirsa 'Hûn wan bi ku ve dibin?' bersiva 'Dê rê nîşanê me bidin û paşê em ê wan bişînin, meraq nekin'. Salîh Orhan piştî rojek şûnde çû Fermandariya Cendirmeyan a Zeyrekê û li birayên xwe Selîm û Hasan û biraziyê xwe Cezayîr pirsî. Fermandarê Cendirmeyên Zeyrek Ahmet Potaş, anî ziman ku ew birine Qulpê. Orhan vê carê bi Fermandarê Cendirmeyên Qulpê Alî Ergûlmez re hevdîtin kir. Alî Ergûlmez diyar kir ku tu agahiya wî ji mijarê nîne.”   ‘DMME’YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR’   Kaya, diyar kir ku Salîh Orhan bi awayekî fermî serî li Serdozgeriya Komarê ya Qulpê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Walîtiya Rewşa Awarte, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a Amedê û Wezaretên Edalet û Karên Hundir daye û wiha û dom kir: “Kesên şahid bûn ku Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan hatin binçavkirin û ewil birin qereqola Serikê, piştre birin qereqola cendirmeyan a Licê û herî dawî jî birin Dibistana Razanî ya Licê ya ku beşek kirine cihê îşkenceyê. Lê belê di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Qulpê di 8’ê hezîrana 1994’an de dabû destpêkirin de, bi hinceta ku navên Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan di qeydên binçavkirinê de cih negirtine, biryara lêpirsînê nîne da. Piştre jî dosye bi hinceta demboriyê hat girtin. Lê belê di 6’ê Mijdara 2002’yan de, DMME’yê  Tirkiye mehkûm kir û ji windakirina Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên li girtîgehê berpirsyar dît.”   ‘DÊ DAXWAZA EDALETÊ BIDOME’   Kaya, destnîşan kir ku di encama lêgerîna bi israr a malbatê û ÎHD’ê de hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan di sala 2003’yan de li nêzî gundê Bagcilar a  Qulpê di goreke komî de hatin dîtin. Kaya, da xuyakirin ku cenazayên wan hîn jî radestî malbatê nehatiye kirin û got aqûbeta Cezayîr hîn jî nediyar e. Kaya, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em daxwaz dikin ku tişta hatiye serê Orhanan bê eşkerekirin, der barê berpirsyarên ku navên wan di qeydên DMME’yê de cih digirin demildest pêvajoyên darazê yên bi bandor bên meşandin û edalet bi cih bê. Çiqas sal derbas bibin jî; em ê ji bo Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”   FATMA KIRBAYIR HAT BIBÎRANÎN   Piştî daxuyaniyê,  Mirovê Şemiyê Îkbal Eren mafê axaftinê girt û xwişka Cemîl Kirbayir ê di bin çavan de hatibû windakirin û keça Berfo Kirbayirê, Fatma Kirbayir ku beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got ku ew ê têkoşîna wê bidomînin.    Beşdaran qurnefîl danîn qadê û çalakî bi dawî bû.