Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin 2024-05-18 10:12:28   ÎZMÎR - Partî û saziyên sosyalîst diyar kirin ku bi biryarên Doza Kobanê re hewl hatiye dayîn ku rê li ber piştevaniya bi gelê kurd re were girtin û wiha gotin: “Divê li dijî vê em bi hev re têbikoşin.”    Bertekên li dijî biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn didomin. Partî û saziyên sosyalîst ên li Îzmîrê biryarên di dozê de hatine dayîn nirxandin. Endamê Ciwanên Demokrat a Nû Onur Kaya wiha got: “Cezayên giran dan nûnerên gel hilbijartin. Li dijî vê ya herî girîng ew e ku em dengê xwe derxînin. Gelê kurd li dijî van biryaran li ber xwe dide. Divê em jî berxwedanê veguhêzin kolanan. Piştî hilbijartinê peyama şer didan gelê kurd. Li Tirkiye û Kurdistanê zexta xwe zêde kirine. Gelek siyasetmedarên me hatin girtin. Her ku zextê li kurdan dikin, kurd bêhtir li ber xwe didin.”    ‘DIVÊ EM MIL BIDIN MILÊ HEV Û TÊBIKOŞIN’    Endama Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst (SMÎ) Hejar Al jî berxwedana li Kobanê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de ev ceza êrişeke li dijî serkeftina Kobanê ye. Kobanê ji bo gelê kurd tê wateya têkoşîna azadiyê. Dewleta tirk di vî şerî de têk çû û AKP hewl dide tolê ji serkeftina Kobanê hilîne. Divê sosyalîst bi tevgera azadiyê ya kurd re mil bide milê hev û bi hev re têbikoşin. Vê dozê nîşanî me da ku berxwedana Kobanê hêj didome. Têkoşîna li Kobanê, serkeftineke hevpar a kurdan û sosyalîstan e.”    'DIXWAZIN KURDAN BI TENÊ BIHÊLIN’   Endama Lijneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen jî diyar kir ku di Doza Kobanê de daraz weke “ço” hatiye bikaranîn û wiha domand: “Dixwazin kurdan bi tenê bihêlin. Daraz, ji bo îktîdar û sermayeyê weke amûrekî tê bikaranîn. Em ne li benda edaletê bûn. Em dizanin ku edalet dê bi saya berxwedana gelê kurd û rêxistiniya gelê bindest pêk bê. Me ji biryarên dozê fêm kir ku divê em bi hev re têbikoşin. Ev biryar ji bo dîzaynkirina civakê hatiye dayîn.”    ‘GEL MEHKÛMÎ VÊ BARBARIYÊ NÎNE’   Serokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ê Îzmîrê Kerîm Altinmakas jî diyar kir ku hiqûq bi destê AKP’ê bêperwa bûye. Altinmakas, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdar her ku diçe bêhtir êrişkar dibe. Yek ji sedema vê biryarê jî ew e ku DEM Partî mezin dibe. Tevî ewqas zextan jî serkeftineke mezin bi dest xist. Îcar ji bo pêşîlêgirtina serkeftineke mezintir girtin û binçavkirinan dikin. Ev sepan demkî ne û gel mehkûmê vê barbariyê nîne. Erdogan berê gotibû ‘Kobanê ha ket ha dikeve’ û li cem DAIŞ’ê cih girt. Lê berxwedana Kobanê li her devera cîhanê bû serhildana wijdanê. Van bertekan berxwedana Kobanê mezintir kir. Girtî jî xwedî li vê têkoşînê derketin lewma hatin girtin.”