Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin 2024-05-18 09:05:02 ÎZMÎR - Ji kesên li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê hatin binçavkirin 18 jê hatin girtin.    Di 15’ê gulanê de li Îzmîrê bi ser malan de hate girtin û 16 kes hatin binçavkirin. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, duh sewqî edliyeyê hatin girtin. Her 16 kes ku endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst, Ciwanên Demokrat a Nû û Halkevlerî jî di nav de bûn, ji ber tevlibûna çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê ya li Wanê hatin lidarxistin, bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş û xwepêşandanan” û “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” hatin tawanbarkirin.    Dozger ji bo Erkan Gokber daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî kir û 15 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Ji kesên bi daxwaza girtinê hatine sewqkirin Arda Duvarci, Azat Kunur, Nazîf Çakir, Nîlufer Yildiz, Samet Sagniç, Serdar Akturk, Selman Yagmagan, Sezgîn Zevkîbol û Serhat Çukurçam bi heman îdiayan hatin girtin. Tûgçe Kizildemîr, Elîf Yerlîkaya, Berfîn Buyukertaş, Mehmet Kasar, Sedanûr Parmaksiz û Sûde Tîmagur bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    'GIRTIYÊN ŞOREŞGER RÛMETA ME NE’   Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştî biryarê li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan û gotin ku xwedîderketina li îradeya Wanê sûc nîne û girtiyên şoreşger rûmeta wan in. Ji kesên hatine berdan Tûgçe Kizildemîr jî da zanîn ku di dema binçavkirinê de greva birçîbûnê li dar xistine û gelek hevalên wan rastî lêgerîna tazî hatine.    LI MANÎSAYÊ 3 KES HATIN GIRTIN    Di 16’ê gulanê de jî li navçeya Turgutlu ya Manîsayê 8 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Her 8 kes bi hinceta ku di dema hilbijartinê de di wesayîtê de strana “Bêrîtan” vekirine bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Her 8 kes jî bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin. Ji wan Hayrî Soylemez, Işik Soylemez û Ahmet Akan hatin girtin. 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   STENBOL    Di serdegirtinên 15’ê gulanê yên li Stenbolê de endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Unal Yûsûfoglû, rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û gelek partiyî jî di nav de 20 kes bi îdiaya “di nava qada siyasî ya rêxistinê de cih digirin” hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 10 jê piştî lêpirsîna li dozgeriya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    6 KES HATIN GIRTIN   10 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin. Ji 10 kesan 6 jê hatin girtin û 4 jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Navên kesên hatine girtin wiha ne: “Alamettîn Demîr, Çetîn Demîr, Fîkrî Baş, Fîlîz Aydin, Îbrahîm Elban û Yaşar Gokdemîr.”