Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin 2024-05-17 14:38:57   SÊRT - Meclisa Şaredariyê ya Sêrtê, hin biryarên têkildarî neguhêzbarên şaredariyê ku ji aliyê qeyûm ve tehsîsî fîrmaya AKP’î, qeymeqamtî û Ocaxa Ulkuyê hatine kirin, betal kirin.    Şaredariya Sêrtê di civîna meha gulanê de hin rêze biryar girtin. Bi pêşniyaznameya endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), peymanên dem dirêj ku dema qeyûm de bi fîrmayên AKP’î re hatine kirin hatin betalkirin.    Biryarên tehsîskirina mala şînê ya li Taxa Kooperatîfan, li Ocaxên Ulkuyê, mala şînê ya li Taxa Ûlûsê ku aydê şaredariyê ye li Miftîtiya Bajêr û avahiya ku weke Navenda Piştevaniya Jinan a Berfîn dihate bikaranî bêbedel tehsîsî Yeşîlayê hatiye kirin hatin betalkirin.    Meclisê, peymana bîlboardên bajêr ên bê îhalê ji bo 10 salan dane fîrmaya bi navê Şehîr Işiklari ya AKP’î jî betal kir.    Rayedarên Şaredariyê bi lêkolîna ku kirin tespîtkirin ku bihayê negûhêzbarên di dema qeyûm de hatine dewrkirin nêzî 500 milyonan e.