Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’ 2024-05-17 14:14:18 AMED - Li Amedê daxuyaniya di çarçoveya Hefteya Windakiriyan hate dayîn de ji bo ku li Meclisê “Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin” bang hate kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Odeya Bijîjkan a Amedê di çarçoveya 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windakiriyên di Bin Çavan de ya Navnetewî li ber edliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniya wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin hate hilgirtin de pankarta “Ji bo hevrûbûn û hesabpirsînê bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate hilgirtin.   ‘DÎROKA TIRKIYEYÊ, DÎROKA WINDAKIRINÊN BI DARÊ ZORÊ YE’    Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî diyar kir ku di dîroka komarê de windakirina bi darê zorê bi awayekî biîstîkrar tê sepandin. Elçî, bi lêv kir ku sedema zêdebûna windayan a evqas zêde di encama polîtîkayên necezakirinê de ye û wiha got: “Dîroka Tirkiyeyê di heman demê de dîroka ‘windakirinên bi darê zorê ye’. Pêvajoya Qirkirina Ermenan, Newala Qesaba, Qirkirina Dêrsimê û sirgunên pê re, kiryarên nediyar ên salên 90’î û gelekî din, qirkirinên mezin ên pê re hevrû nebûne ne. Îro jî tevî rastiya dîrokî, saziya siyasetê ji hevrûbûna bi heqîqetê re direve û meseleyê tune dihesibîne.”   BANG LI PARTIYAN KIRIN    Elçî, destnîşan kir ku şertê ewil yê aştiya civakî ji ronîkirina bûyerên ku bûne sedema êşan û darizandina faîlan re derbas dibe û wiha got: “Malbatên windakiriyan tevî hemû zextan hêj bi israr aqûbeta windakiriyên xwe dipirsin, daxwaza tespîtkirin û darizandina faîlan dikin. Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an ve yek ji sembola herî girîng a vê têkoşînê ne. Windakirinên bi darê zorê yên di bin çavan de û cînayetên kiryarên ne diyar, meseleyeke mirovî, wijdanî û hiqûqî ku bi tu awayî qurbanî nîqaşên siyasî neyên kirin e. Di vê çarçoveyê de divê partiyên siyasî yên li Meclisê komên wan hene demildest vê meseleyê têxin rojeva xwe û bi lêv bikin ku li dijî pêkanînên windakirinên bi darê zorê yên di bin çavan de ne.”   ‘BILA BERPIRSYARAN DERXÎNIN HOLÊ’    Elçî, xwest ku li Meclisê ‘Komîsyona Hevrûbûna bi Paşerojê re û Lêkolînkirina Heqîqetan’ bê avakirin û Peymana Navnetewî ya Têkildarî Bêyî Hemû Kes Bên Windakirin Bên Parastin a Neteweyên Yekbûyî bê dudilî were îmzekirin. Elçî, xwest mewzûtata navîn jî di vê çarçoveyê de bê nûkirin û polîtîkayên necezakirinê yên têkildarî kesên tev li sûcên cînayetên nediyar bûne, çavên xwe lê girtine û pê dane kirin bên bidawîkirin.