Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin 2024-05-17 13:35:55   AGIRÎ - Tehliyeya Ramazan Karataş ku 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê tê ragirtin, caran duyemîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin.    Girtiyê bi navê Ramazan Karataş li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin û ev 30 sal in girtî ye. Lijneya Îdare û Çavdêriyê cara duyemîn ji bo 6 mehan tehliyeya Karataş taloq kir. Karataş, di sala 1993’yan de hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Karataş, di nava van 30 salan de li gorî rêzê li girtîgehên Erzirom, Trabzon, Mûş, Stenbol û Balikesîrê ma. Karataş ev 2 sla in jî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê tê ragirtin. Di teblîgata ji Karataş re hatiye şandin de hat gotin ku tehliyeya wî bi hincetên “poşman nebûye” û “dilsoziya bi rêxistinê re” cara duyemîn ji bo 6 mehan hatiye dirêjkirin.    ‘TAVILÊ DEV JI DERHIQÛQTIYAN BERDIN’    Biraziyê Karataş, Bîlal Karataş bertek nîşanî taloqkirina tehliyeya mamê xwe da û wiha got: “Li welat hiqûq nema ye. Ez fêm nakim bê ka kesekê cezayê wî xelas bûyî çawa li hundir tê ragiritn. Ev biryar bi temamî keyfî ye. Kesekî ev 30 sal in di girtîgehê de bi awayekî derhiqûqî hêj di hundir de tê ragirtin. Ev mînaka herî şênber a rakirina hiqûqê ye. Banga me ji bo lijneya girtîgehê ew e ku tavilê vê biryara xwe ya derhiqûqî betal bike.”