Piştî banga îfadeyê Akil û Çagli hatin binçavkirin 2024-05-17 11:32:47   ŞIRNEX- Li navçeya Cizîrê hevserokê Komeleya Ziman, Çand û Hûnerê ya Birca Belekê Cahît Akil û hunermend Ûmût Reşît Çagli hate binçavkirin.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê hevserokê Komeleya Ziman, Çand û Hûnerê ya Birca Belek Cahît Akil û hunermend Umut Reşît Çagli ji bo îfadeyê bidin hatin gazîkirin. Akil û Çagli piştî karûbarên îfadeyê hatin girtin. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn lê belê hat zanîn ku herdu kesên hatine binçavkirin, birine Midûtiyeta Polîsan a Cizîrê.