Çakmak: Ji bo çûna Îmraliyê hevdîtinên me didomin 2024-05-17 09:23:59 STENBOL - Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak ragihand ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bikin wê careke din serî li Wezareta Dadê bidin û got: "Ji dêvla tecrîdê divê şert û mercên azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bên nîqaşkirin."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in di bin şert û mercên tecrîda giran de li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve tu agahî nayê girtin. 38 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Îmraliyê tên girtin nayê girtin. Serlêdana hezar û 300 parêzeran a ji bo Wezareta Dadê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya di 22'ê Çileya 2023'an de bê encam ma, lê ligel vê serlêdanên hem ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê hem jî ji bo îfadedayînê dewam dikin. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) amadekariyê dike ku ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike, serî li Wezareta Dadê bide.   ‘BIRYAREKE SIYASÎ YE'   Hevserokê Giştî yê OHD'ê Serhat Çakmak têkildarî mijarê axivî. Çakmak biryara Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ku gotibû "tecrîd tune ye" bibîr xist û got: "Em parêzerên û em dizanin Dadgeriyên Înfazê biryar didin. Mesele ew e ku hinceta polîtîk a di bin pêşîgirtina hevdîtinê de bi destê hiqûqê ji holê rakin. Me jî hiqûqê esas girtin û serlêdanek girt û me xwest em encamekê bi dest bixin. Lê belê desthilat hiqûqê ji bo berjewendiyên xwe wekî amûrekê bi kar tîne. Biryara dadgeriyên înfazê jî bi temamî siyasî ye û berdewamiya biryarên desthilatê ye."    Çakmak anî ziman ku bersiva "tecrîd tune ye" ne hiqûqî û rewa ye û got: "Divê em ji Wezareta Dadê vê yekê bipirsin; gelo Dadgerê Înfazê bêyî feramenek siyasî dikare biryareke der barê pêşîgirtina hevdîtinê bigire? Na, nikare. Em vê yekê rasterast nabînin, lê ev nayê wê wateyê ku em bîra tiştekî wiha nayên. Zêdetirî sê sal in. Gotina 'Dadgerên Înfazê hene, lewma em nikarin hevdîtinê bidin kirin', nikare di warê hiqûqî û siyasî de ser vê meseleyê bigirin."    BÊDENGIYA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ   Çakmak bilêv kir ku tu serlêdanên wan ên ji bo tecrîdê nayên bersivandin û got: "Dadgehên divê bêalî bin, mixabin niha bûne amûreke desthilatê."    Çakmak, bal kişand ser bêdengiya rêxistinên navneteweyî û got ku welatên cîhanê di vî warî de polîtîkaya hevsengiyê dimeşînin.    WÊ CAREKE DIN SERÎ LI WEZARETÊ BIDIN   Çakmak diyar kir ku ew ê careke din serî li Wezareta Dadê bidin û got: "Em dem bi dem serî li Wezareta Dadê didin. Herî dawî me daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re bi rêya serdozgeriyê ji Wezareta Dadê re şand. Niha ji bo encamgirtinê û serlêdanê hewldanên me yên qada hiqûqê û rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî didomin."    MA / Omer Îbrahîmoglû