Amor û Sjostedt bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan 2024-05-17 08:52:45   ENQERE - Raportorê Tirkiyeyê yê YE’yê Nacho Sánchez Amor û Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan.    Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî de i nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin duh hate li dar xistin û gelek siyasetmedaran cezayên giran wergirtin.    ‘PÊBAWERIYA TIRKIYEYÊ QELS DIKE’    Bertekên rayagiştî ya cîhanê yên têkildarî biryarên di dozê de hatine dayîn didomin. Raportorê Tirkiyeyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Nacho Sánchez Amor li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal a X’yê daxuyanî da û bertek nîşanî biryarê da. Amor, hevdîtina Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek a hefteya borî li Brukselê bi karsan re kir jî bi bîr xist û ev tişt gotin: “Neheqiya ku îro li Demîrtaş hatiye kirin nîşan dide ku çima tûrên Mehmet Şîmşek ên ji bo firotina îtîbara aboriya tirk kêm bûne. Kiryarên bi vî rengî û pergala darazê ya bêfonksiyon pêbaweriya Tirkiyeyê xera dike. Tu şîrket nikare bi tevahî baweriya xwe bi hawîrdoreke ku edalet lê her tim tê lêkolînkirin bîne.”   ‘BIRYAR SIYASÎ YE’    Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt jî li ser hesaba xwe ya X’yê li gel wêneyekî Selahattîn Demîrtaş ev tişt gotin: “Li hevalê min û hempîşeyê min ê berê Selahattîn Demîrtaş zêdetirî 40 salan cezayê hefsê hate birîn. Biryar siyasî ye û li dijî bêdengkirina tevgera kurd û çepa li Tirkiyeyê ye. Selahattîn ji bo ku tu bê berdan ez ê têbikoşim. Em ê rojekê bi awayekî azad hev bibînin.”