Erdogan hikumxwarên 28’ê sibatê efû kirin 2024-05-17 08:44:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan, cezayê 7 leşkerên ku di doza 28’ê Sibatê de ji sûcê “hewldana darberyê” cezayê muebedê li wan hatibû birîn, rakir.    Di roja ku ceza li siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtî hate barandin de Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan biryareke balkêş da. Cezayên Fevzî Turkerî, Yildirim Turker, Aydan Erol, Cevat Temel Ozkaynak, Çetîn Dogan û Çevîk Bîr ên ji sûcê “hewldana darbeyê” yê di Doza 28’ê Sibatê de li wan hatibû birîn bi biryara Erdogan ê AKP’î hate rakirin. Biryar di Rojnameya Fermî de hate weşandin.    Ji bo biryara efûyê “nexweşiyên her tim” û “rewşa pîrbûnê” yên li gorî raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) dane hikumxwariyan hate nîşandan.    HATIBÛN BERDAN    5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di sala 2021’an de Çevîk Bîr û Çetîn Dogan ên ji ber Doza 28’ê Sibatê cezayê muebedê li wan hatibû birîn jî di nav de derbarê 14 bersûcan de biryara girtinê dabû. 14 leşkerên ku li Dadgeha Bilind cezayê wan teqez bûbû hatibûn girtin. Serfermandarê teqawît Çevîk Bîr ê 85 salî bi hinceta “nexweşiya demansê ya gelekî pêşketî” di sala 2022’yan de hatibû berdan. Serfermandarê Giştî yê demê Îsmaîl Hakki Karadayi yê di dozê de bersûcê sereke bû jî hêj di dema pêvajoya temyîzê berdewam dikir di sala 2020’an de jiyana xwe ji dest dabû.