Ji Ahmet Turk daxuyaniya ewil: Em ê têkoşîna xwe bidomînin 2024-05-16 17:02:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Ahmet Turk ê di danişîna biryarê ya Doza Kobanê de 10 sal cezayê hefsê lê hate birîn wiha got: “Ev dozeke siyasî ye. Heta ku ji destê me were em ê ji bo aştiya vî welatî têkoşîna xwe bidomînin.”   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku di danişîna biryarê ya Doza Kobanê de 10 sal cezayê hefsê lê hate birîn, têkildarî cezayê lê hatiye birîn ji Halk TV’yê re axivî.    Ahmet Turk ê diyar kir ku biryar siyasî ye, wiha got: “Ji bo ku me li dijî rêxistineke hov fikrên xwe anîn ziman dozeke wiha hate vekirin. Esas ev biryara beşekê ya li ser xerakirina aştiya civakî ye. Ev ne biryareke ku dadgehê daye ye, biryara ku siyasiyan daye ye. Xemgîniya me ne ji bo cezayan e, pêdiviya vî welatî ji aştiyeke civakî heye. Em bi salan ketin nava lêgerîna pêvajoyeke ku gel bibin yek, têkoşîna me ev e. Esas divê mirov vê weke darbeya li pêşeroja demokratîk, xwişk û biratiya gelan binirxîne. Di bûyerên Kobanê de li dijî dewletê tişteke me nîne, berteka me li dijî DAIŞ’ê çêbûbû. Heta ku ji destê me were em ê ji bo aştiya vî welatî têkoşîna xwe bidomînin. Me texmîn dikir ku ev pêvajo dê çawa bimeşe. Em dibînin ku beşek ketiye nava liv û tevgerê û hewl dide vê pêvajoya asayîbûnê xera bike.”