Li dijî projeyên madenê yên li Dêrsimê banga ‘têkoşîna hevpar’ 2024-05-16 15:13:43   ÎZMÎR - Rêxistinên elewiyan diyar kirin ku bi 145 projeyên madenê re hewldan heye ku xwezaya Dêrsimê bê texrîbkirin û banga “têkoşîna hevpar” kirin.    Rêxistinên elewiyan tevî Platforma Hawirdor û Çandê ya Egeyê (EGEÇEP) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî projeyên madenan ên tê xwestin li Dêrsimê bikevin meriyetê, li avahiya Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê ya Îzmîrê daxuyanî dan. Li ser navê saziyan metneke hevpar ji hêla Hevserokê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê Hasan Alî Kiliç ve hate xwendin. Kiliç, da zanîn ku ev demekî dirêje Dêrsim bi projeyên bendavan, şewatên daristanan û valakirina bi darê zorê ya gundan hedef tê girtin. Kiliç, diyar kir ku tê xwestin ku erdnîgariya Dêrsimê bi 145 projeyên kanên madenê re bê texrîbkirin.    Bi domdarî Kiliç got ku tevahiya Çiyayê Munzurê weke qada madenê hatiye ragihandin û wiha bi dawî kir: “Dixwazin li vir texrîbateke mezin çêbikin. Xelkê gundên Sari Saltik, Alîbogazi û Dervî Cemal jî li dijî vê bertekê nîşan dide û li benda piştevaniyê ne. Bi sedan sala ye Dêrsim dorpêçkirî ye. Çavkaniyên binerd û sererd tên talankirin û xelkê wê neçarî xizaniyê tê kirin. Em li vir bang dikin û dibêjin dev ji projeyên madenê yên li Dêrsimê, birîn û şewitandina daristanan û projeyên bendavan berdin. Polîtîkayên şer jî rê li ber qirkirina ekolojiyê û xwezayê vedikin, xizanî û hejariyê kûrtir dike. Em dixwazin ev jî bên terikandin.”    Rêvebera EGEÇEP’ê Derya Lîm jî li dijî qirkirina ekolojî û xwezayê ya ji Çiyayên Kazê heta Cûdî û Dêrsimê, banga têkoşîna hevpar kir. Sekreterê Giştî yê DAD’ê Asîl Benler jî ji ber qirkirina xweza û çandî ya li Dêrsimê hişyarî da.