Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê mir 2024-05-16 09:50:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kerkûkê de leşkerekî iraqî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.    Duh bi şev DAIŞ’ê li navçeya Dubiz a bajarê Kerkûkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê êrişî yekîneya leşkerî ya Iraqê kir. Di êrişê de leşkerek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.    Li gorî nûçeya Rojnewsê; êriş duh li nêzî goristana gundê Elawe Mehmûd a li navçeya Dubiz a Kerkûkê hate kirin. Hat zanîn ku êriş li dijî yekîneya duyemîn a Tumena 8’emîn a artêşa Iraqê hatiye kirin. Hat diyarkirin ku di êrişê de leşkerek mir û 2 jî birîndar bûn.