Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe 2024-05-16 09:02:55   COLEMÊRG - Mehmet Selîm Soydan, bavê Rêber Soydan ê ku li girtîgehê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da, got: "Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe. Divê bûyer bê ronîkirin."    Rêber Soydan ku di 23'yê cotmeha 2022'yan de li navçeya Gever a Colemêrgê hatibû binçavkirin û bi îdiaya "Xerakirina yekitî û yekpareyiya welat" cezayê muebetê û 53 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, di 11'ê gulanê de bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Soydan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê bi awayekî gumana jiyana xwe ji dest da, di 12'ê gulanê de li bajarê wî hat definkirin. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Soydan xwe kuştiye.    BAV SOYDAN: TU PIRSGIRÊKEK WÎ TUNE BÛ   Bavê Soydan, Mehmet Selîm Soydan der barê bûyerê de got ku ew ji îdiaya xwekuştinê bawer nakin. Bav Soydan diyar kir ku kurê wî her cara telefon dikir û her cara diçûn hevdîtinê bi coş bûye û got ku tu pirsgirêkeke kurê wî tune bûye. Soydan got: "11'ê gulanê saet di 13.40'an de telefonî min kir. Min û kurê xwe herî kêm 9 deqeyan sohbet kir. Bi birayên xwe re jî axivî, rewşa wî baş bû. Ji me re got ji bo derbasî qawîşa yekkesî bibe, serî li midûriyeta girtîgehê daye. Ji bo televîzyonê bikire jî pere xwest. Min jî pirsî ku çima dixwaze biçe qawîşa yekkesî û qey pirsgirêkek di navbera wî hevalê wî de heye. Got, tu pirsgirêk tune ye."    ‘EZ BAWER NAKIM KU XWE KUŞTIBE'   Bav Soydan bilêv kir ku di 12'ê gulanê saet 00.43'an de rêveberiya girtîgehê telefonî wan kiriye û gotiye, "Kurê te xwe xeniqandiye." Bav Soydan got: "Ez matmayî mam. Min nizanibû ez ê çi bikim. Hema min telefonê girt. Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe. Divê rêveberiya girtîgehê her tiştî eşkere bike."    Soydan anî ziman ku piştî wergirtina cenaze li Wanê destûr nedane ku cenazeyê xwe bişon û wiha got: "Dema me ew anî Geverê destûr nedan. Me cenazeyê kurê xwe li mala xwe şuşt. Çima destûr nedan em wî li mizgeft û nexweşxaneyê bişon? Ev nayê qebûlkirin."   Bav Soydan bilêv kir ku yekane daxwaza wan ew e ku rastî derkevin holê û wiha got: "Kê kiribe bila eşkere bibe. Kurê min çawa mir? Wî xwe kuşt an hin kesan ew kuşt? Divê bersiva van pirsan yeko yeko bê dayîn."