Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir 2024-05-16 08:49:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo herêmên Behra Reş û bakurê Kurdistanê hişyariya barîna zêde û ji bo herêmên Marmara, Ege û Behra Spî jî hişyariya tozê kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya rewşa hewayî ya rojane eşkere kir. Midûriyetê da zanîn ku dê gelemperiya Tirkiyeyê biewr be û herêmên hundir ên rojhilata Behra Spî, rojhilatê Anatoliyaya Navîn, Rojhilat û Herêma Hundir a Behra Reş, Kurdistan û derdora Eskîşehîrê û di saetên şevê de jî dê rojava û başûrê Marmarayê barîneke zêde bibare û brûsk hebin. Her wiha ji bo deverên bilind ên bakurê rojhilatê Serhedê jî hişyariya şilope û barîna berfê hat kirin.    Tê payîn ku li herêmên hundir pileya germahiyê bi qasî 2 heta 4 pileyan zêde bibe lê dê li herêmên din guherîneke zêde çênebe.    HIŞYARIYA BARÎNA BARANA ZÊDE   Midûriyetê ji bo rojhilatê rojhilatê Behra Reş, bakurê bakurê Kurdistanê û derdora Sêwasê hişyariya barîna barana zêde, brûsk, gijlok û bagerê kir. Midûriyetê xwest ku welatî tevdîran bigirin.    Midûriyetê ji bo başûrê Marmarayê, Ege û rojavayê Behra Spî jî hişyariya tozê kir û xwest welatî tevdîran bigirin.    HIŞYARIYA HELÎNA BERFÊ   Bi domdarî meteorolojiyê got ku ji ber barînan dê berfa li herêmên bilind ên Wan û Colemêrgê bihelin û ji bo hezaz û lehiyan hişyarî da. Her wiha tê texmînkirin ku li Sêrtê û derdora wê jî barîneke zêde bibare.