Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî 2024-05-15 17:55:58   ŞIRNEX- Baroya Şirnexê bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da.   Di minesebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de Baroya Şirnexê li navçeya Cizîrê li ber edliyeyê daxuyanî da çapemeniyê.    Metna çapemeniyê ji aliyê parêzer Sabrî Çatikkaş ve hat xwendin. Çatikkaş, diyar kir ku bi salane polîtîkayên pişaftinê û yê qedexekirinê li ser zimanê kurdî didomin û daxwaz kir ku zimanê kurdî bine zimanê perwerdehiyê û wiha got:” Di rojevê de guhertina Qanûna Bingehîn heye. Em bidengekî bilind bang dikin û dibêjin, divê di qanûna bingehîn a nû de Kurdî bibe xwedî statû. Ev mafê me ye. Gelek welatên dinyayê, zimanên cûda yên welatîyên xwe nas dikin û wan zimanan wek zimanên fermî qebûl dikin. Li Amerîkayê îngilîzî û spanî, li Swîsreyê elmanî, frensî û îtalî; li Rûsya, Hindistan û Efrîkaya Başûr û gelek welatên din jî ji yekî zêdetir zimanên fermî hene. Hetta li Qazakistanê perwerdeyabi zimanê Kurdî jî hatiye qebûlkirin.    Bi minasebeta vê rojê em wek parêzerên Kurd û azadîxwaz bang li Parlamentoyê û rayedarên dewletê dikin ku dev ji polîtîkayên asîmîlasyonê berdin, Kurdan û Kurdî nas bikin.”   Her wiha li navçeya Dêrîk a Mêrdînê jî bi minesebeta 15’ê Gulanê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê(Med-Der), Komeleya Berdevkî ya Lêkolîna Çand, Dîrok û Wêjeyê(SOZDER) û Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya Cejana Zimanê Kurdî panel li darxist, nivîskar Eyub Guven û wekî axaftvan nivîskar Hogir Berbir beşdar bûn.    Hevşaredarên Dêrikê,  rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê, nivîskar Sabrî Vûral û gelek welatî  beşdarî panelê bûn.Nivîskar Hogir Berbir ve bi moderatoriya nivîskar Eyub Gûven tevlî bûn. Piştre Hogir Berbir biboneya 15’ê Gulanê, cejna zimanê kurdî nêrînên xwe anîn ziman û giringiya kovara Hewarê di afirandina ziman û çawaniya pêşketina wê bi geşedana zimanî re tê çi wateyê, nêrîn û boçûnên xwe bi lêv kir. Di berdewamiya panelê de sedemên diyarkirina 15’ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî ku hate  zelalkirin û hate gotin ku divê rojê ya sala 1932’ê de yekemîn car alfabeya zimanê Kurdî bi latînî hatiye danîn û di kovara Hawarê de hatiye belavkirin.