Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin 2024-05-14 16:48:53   COLEMÊRG - Şîna Rêber Soydan ku di girtîgehê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Rêxistinên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wan, Elbak, Colemêrg, Gever û Şemzînanê û endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re(TUHAY-DER) ya Wanê, çûn serdana şîna Rêber Soydan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû.    Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Uyar di serdanê de ji malbatê re sersaxî xwest û wiha got: “Li gel tecrîda heyî, girtî dernakevin hevdîtinê, li ser telefonê li malbatên xwe nagerin, dernakevin dadgehan. Hikûmeta AKP’ê hebûna me kurdan ranagire. Tekane daxwaza me ew e ku tavilê agahiyekî ji Rêbertiya xwe bigirin û tecrîda li ser girtîgehan bi dawî bibe. Em careke din sersaxiyê ji malbata Rêber Soydan û xelkê Geverê re dixwazin.”    Serdan, bi kirina duayan bi dawî bû.