Bi belavokan Doza Kobanê vegotin 2024-05-14 15:58:02   SEMSÛR - DEM Partî li Semsûrê ji bo balê bikişîne ser Doza Kobanê balavokên ku Doza Kobanê vedibêjin belav kir.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Semsûrê ji bo balê bikişîne ser Doza Kobanê ku tê payîn dê di 16’ê gulanê de biryar were dayîn, belavok belav kir. Di belavokên li Taxa Nû ya li navendê hatine belavkirin de wêneyên siyasetmedarên girtî cih girtin. Di belavokên bi sernavê “Em li dijî kompasan siyaseta demokratîk diparêzin” de geşedanên di 6 û 8’ê cotmehê de hatine jiyîn û îdiayên desthilatê hatin vegotin.    Partiyiyên belavokan belav kirine gotin ku bi riya doza siyasiyan, dixwazin gelê kurd ceza bikin. Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkûn anî ziman ku yên ku tên darizandin îradeya gelê kurd in û diyar kir ku ew ê şopdarê dozê bin.