Riya ji ber lêhiyê hatibû girtin hate vekirin 2024-05-14 14:45:58   ŞIRNEX - Riya Cizîr û Şirnexê ya ji ber lêhiyê hatibû girtin, hate vekirin.    Li Bajarokê Qesrika girêdayî navenda Şirnexê barana zêde bû lêhî. Ji ber ava lêhiyê gelek riyên bajarokê û taxan ji çûn û hatê re hatin girtin. Herwiha riya kevn a di navbera Cizîr û Şirnexê de jî li derdorê Qesrikê hate girtin. Piştî baranê vekir, kevir û heriya li ser riyê kom bûye hate rakirin. Rê ji nû ve ji çûn û hatinê re hate vekirin.