Danişîna rojnameger Oruç hat lidarxistin 2024-05-14 13:47:33   BEDLÎS - Rojnameger Mehmet Şah Oruç ji ber xebatên rojnamegeriyê dihat darizandin û piştî 6 mehên di girtîgehê de hatibû berdan. Danişîna doza Oruç hat lidarxistin. Dadgehê biryar da ku şertê kontrola edlî bê rakirin.    Danişîna 4’emîn a doza nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Şah Oruç ku jê re 22 sal û nîv cezayê hefsê tê xwestin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlîsê hat lidarxistin. Oruç, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê tawanbarkirin. Oruç û parêzerê wî Resûl Temûr tev li danişînê bûn.   BIRYAR HATE DAYÎN KU ÎTÎRAFKAR BI DARÊ ZORÊ BÎNIN DADGEHÊ    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Serokê dadgehê diyar kir ku biryar hatibû dayîn ku şahidê dosyayê Refîk Gultekîn di danişînê de amade be lê nehatiye lewma jî biryar hatiye dayîn ku bi darê zorê bînin dadgehê. Her wiha Oruç û Temûr dosyaya kesên li ser îtîrafên Umît Akbiyik hatine girtin û piştre beraetê ji bo wan hatiye dayîn pêşkeşî dadgehê kirin.    ŞERTÊ ÎMZEYÊ HATE RAKIRIN   Oruç, di parastina xwe de got ku ji ber rojnamegeriyê tê darizandin û daxwaza beraeta xwe kir. Şandeya dadgehê piştî parastina parêzer TemMûr biryara xwe da. Şandeyê biryar da ku şertê îmzeyê were rakirin, biryara qedexeya derketina derveyî welat bidome û danişîn taloqî 26’ê îlonê kir.