Xwişka Kirbayir ê windakirî, jiyana xwe ji dest da. 2024-05-14 12:42:21   STENBOL - Xwişka Cemîl Kirbayir ê di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de, di binçavkirinê de hatiye windakirin Fatma Kirbayir, bêyî aqûbeta birayê xwe hîn bibe, jiyana xwe ji dest da.    Cemîl Kirbayir li Gundê Okçû yê navçeya Goleya Erdexanê di pêjajoya darbeya leşkerî de di 13’ê îlona 1980’an de hate binçavkirin û piştre tû agahî jê nehat girtin. Xwişka Cemîl Kirbayir Fatma Kirbayir a li gel Dayik/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda hîn bibin têdikoşiya jiyana xwe ji dest da. Fatma Kirbayir jî wekî Dayik/Mirova Şemiyê Berfo Kirbayir a di 105 saliya xwe de jiyana xwe ji dest daye, bêyî aqûbeta birayê xwe hîn bibe jiyana xwe ji dest da.     ‘BEYÎ AGAHIYEKÎ JI CEMÎL BIGIRE JI NAV ME ÇÛ’   Piştî ku Kirbayir jiyana xwe ji dest da Dayikên Şemiyê bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal peyama sersaxiyê parve kir û wiha gotin: “Xwişka ji yek windayê me yê 12’ê Îlonê Cemîl Kirbayir, hevala me ya têkoşînê Fatma Kirbayir jî, wekî dayika me ya Berfoyê, bêyî ku ji Cemîl agahiyekî bigire ji nav me çû. Êşa me mezin e.”   Cenazeyê Kirbayirê dê sibê li Mizgefta Îçerenkoy Gokyîgîtê, piştî nimêja nîvroyê li goristana Gundê Okçû ya navçeya Gole a Erdexanê were veşartin.