Ziya Turk li ser şîrketan reklamê bi sedhezaran lîre qezenc kiriye 2024-05-14 11:09:05   WAN - Derket holê ku Ziya Turk ê li Wanê hevşaredarên DEM Partiyê bi nûçeyên “terorê” heded digire li ser şîrketeke reklamê bi qeyûm re peymana “nûçeyan” îmze kiriye û bi sed hezaran lîre pere qezenc kiriye.    Xwediyê malpera înternetê ya bi navê Van Postasiyê Ziya Turk li Wanê hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi nûçeyên “terorê” hedef digire. Derketibû holê ku Turk di serdema qeyûman de ji 4 şaredariyan zêdetirî 3 milyon TL pere qezenc kiriye.   Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wan ê û kesên weke hedef hatine nîşandan, derheqê Turk de serlêdana sûc kiribûn. Her wiha derheqê kesên di serdema qeyûman de îmzeya wan di bin pereyê ji Turk re hatiye razandin de heyî jî lêpirsîna îdarî hate destpêkirin.    BI ŞÎRKETÊN REKLAMÊ RE PEYMANA NÛÇEYAN!    Derket holê ku Turk di serdema qeyûman de li ser Reklamvaniya Elîfê bi awayekî neyekser bi sedhezaran lîre pere qezenc kiriye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Reklamvaniya Elîfê di sala 2020’ê de bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re di bin navê “servîsa bultanê ya nivîskî û biwêne” de peyman îmze kir. Şaredariyê, piştî peymanê weke “bedela xizmeta ajansê” di sala 2021’ê de 123 hezar, di sala 2022’yan de jî 177 hezar TL pere da şîrketa Reklamvaniya Elîfê. Dema kura dovîzê ya dema pere hatiye razandin tê esas girtin, di roja me ev pere bi milyonek û nîv lîre pere dike.    Di peymanê de li gel pereyê divê were razandin, xalên balkêş jî hene. Di peymanê de tê gotin ku agahiyên şaredarî dişîne dê weke metna nûçeyê bên amadekirin û Reklamvaniya Elîfê jî dê servîsî saziyên medyayê bike.    Di heman demê de ev nûçeye dê li ser malpera înternetê ya " www.ikinisangazetesi.com " bên weşandin ku damezirîner û midûrê wê yê karên nivîsan Ziya Turk e.    Turk, li ser şîrketa reklamê ya ku tu malperên wê yên înternetê jî tune ne, bi navê “nûçeyan” peyman mohr kir û bi sed hezaran lîre pere qezenc kir.    MA / Adnan Bîlen