Di êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê de 5 leşker mirin 2024-05-14 10:42:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa DAIŞ’ê de tevî efserekî, 5 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.    Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê duh bi şev li bakurê welat li nûqteyekî leşkerî ya li bajarê Selahaddînê, êrişa DAIŞ’ê çêbû. Di êrişê de tevî Efser Halid Nacî Vîsak, 5 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan gelek leşker jî birîndar bûn.