Karataş: Ji bo zexta dîplomatîk dê li dijî CPT’yê çalakî bên destpêkirin 2024-05-14 10:41:39   AMED - Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclisa Kurd a Brîtanyayê Egît Karataş diyar kir ku da zanîn ku ji bo zextê li CPT’yê bikin dê bi sedhezaran name jê re bên şandin da ku ji bo Îmraliyê bikeve nava tevgerê.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda mutleq de tên ragirtin 38 meh in tu agahî nayên girtin. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re tên astengkirin û ji bo şikandina tecrîdê, di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” hatibû destpêkirin. Kampanya roj bi roj mezintir dibe.    Di çarçoveya kampanyayê de yek ji saziyên ku ji bo bidawîkirina tecrîdê jê tê xwestin bikeve nava tevgerê jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ye. Ji bo vê kurd û dostên wan ketin nava gelek hewldanan. Herî dawî zimanzan Noam Chomsky, serokê Partiya Karkeran ê berê Jeremy Corbyn, ji rêxistina herî mezin a sendîkayî ya Ingilistanê Unite the Unionê Simon Dubbins, Prof Dr. Michael Gunter, Prof. Dr. Bill Bowring, Prof. Dr. Mary Davis, Parlamenterê SNP’ê Chris Stephens, Parlamenterê Siin Feinê Chris Hazzard, Mickey Brady, parlamenterê Partiya Karkeran Kate Osamar, John McDonnell û gelek akademîsyen, sendîkavan, nivîskar û rojnameger jî di nav de, gelek kesan bi sernavê “bangawaziyeke lezgîn a ku divê tavilê esas were girtin” nameyek ji CPT’yê re şandin.    Yek ji îmzevanên nameyê jî Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Kurd a Ingilistanê Egît Karataş bû. Karataş, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.    KAMPANYAYA NAMEYAN   Karataş, da zanîn ku zêdetirî 20 sal in Peace in Kurdistan (Înîsiyatîfa ji bo Kurdistanê Aştî) ku ji hêla zêdetirî 70 akademîsyen, siyasetmedar, parlamenter, profesor û hwd. ve hatiye avakirin,  ji bo azadiya Abdullah Ocalan di nava hewldanan de ye û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lewma fikarên gelê kurd û dostên wan hene. Nameya me ji CPT’yê re şandî, destpêka serlêdanan e. Ev ne xebatekî ji bo carekî bû. Ev destpêkek bû. Ji bo partiyên siyasî û parlamenterên li Ingilistanê jî bi îmzeyên xwe nameyan bişînin em ê xebatan bidomînin. Her wiha tevgera jinên kurd li Ewropayê kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’yê re da destpêkirin. Gelê kurd dê bi sedhezaran nameyan ji CPT’yê re bişîne û zexta dîplomatîk bidest destpêkirin. Em vê xebatê li gel sendîkayan didomînin. Di vê çarçoveyê de dê festîwalên sendîkayan jî çê bibin.”    ‘ARMANC EW E KU JI GEL QUT BIKIN’   Karataş, got ku Abdullah Ocalan ji sala 1999’an heta niha ji bo aştî û guftûgoyê têdikoşe û wiha domand: “Tevgera azadiyê ya kurd jî li gel wê ye ku pirsgirêk bi awayekî aştiyane bên çareserkirin. Ev 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin û ev jî ji bo wê ye ku têkiliya Ocalan a bi gelê kurd û gelên bindest re qut bikin. Îradeya ku gelê kurd tîne gel hev, Abdullah Ocalan e. Perspektîfa çareseriyê li cem Abdullah Ocalan e. Lewma nahêlin agahî jê bên girtin.    Tirkiye li Îmraliyê gardiyantiya NATO’yê dike. Em dizanin ku Girava Îmraliyê berhema NATO’yê ye. Paradîgmaya Abdullah Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên Rojhilata Navîn biguherîn. Ditirsin ku bi rola pêşengtiyê rabe. Lewma di bin gardiyantiya dewleta tirk de tecrîda girankirî ferz dikin. Gelek hiqûqnasên navneteweyî jî pergala li Îmraliyê weke pergala îşkenceyê pênase dikin. Ji ber ku mirovek ji ber fikrên xwe bi temamî ji gel hatiye qutkirin ku mînaka wê li cîhanê nîne.    ‘CPT BERPIRSYARTIYA XWE BI CIH NAYÎNE’    Karataş, got ku ji “agahînegirtina mutleq” a li Îmraliyê CPT berpirsyar e û axaftina xwe wiha qedand: “CPT berpirsyartiyên xwe yên qanûnî pêk nayîne. Tevî ku agahî ji Abdullah Ocalan nayên girtin jî gelê kurd bi paradîgmaya xwe birêxistin dike. Heke agahî jê bên girtin, êdî qonaxa ku gel dê bigihijê mirov xeyal jî nake. Lewma welatên rojavayî ji rêxistiniyeke ku nikarin kontrol bikin ditirsin. Lê êdî paradîgmaya modernîteya demokratîk heye. Ji bo Tirkiye li herêmê bibe hêzek, li şûna şerê li dijî kurdan divê aştiyê esas bigire. Qedera gelê kurd ji ya Abdullah Ocalan cuda nîne. Îktîdareke di nava tirsê de heye ku hewl dide xwe xelas bike. Divê ji bo bangên demokratîkbûnê bibe bersiv.”    MA / Mujdat Can