Têkildarî sepana ‘derhiqûqî’ ya li girtîgehê hûrgiliyên nû derketin holê 2024-05-14 10:03:46 RIHA - Hevdîtinên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê yên bi parêzerên xwe re dikirin, ev 3 sal in bi hinceta “agahiyên îstîxbarî yên veşarî” tên qeydkirin.    Şaxa komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê di 29’ê adarê de têkildarî Girtîgeha Tîpa T a Tokatê rapora xwe eşkere kiribû û gotibû ku dîmen û dengê hevdîtinên girtiyên siyasî yên bi parêzerên wan re tên qeydkirin. Hat zanîn ku sepana heyî didome. Hûrgiliyên nû yên di sepanê de derketin holê.    Li gorî agahiyan; biryara têkildarî qeydkirina dîmen û dengên hevdîtinan, piştî serlêdana rêveberiya girtîgehê ya di sala 2021’an de ji bo dozgeriyê kirî dest pê kiriye. Dadgeriya Înfazê ya Tokatê di 2021’an de biryar da û qeydkirina dîmen û dengê hevdîtinan erê kir. Biryar ji bo 3 mehan bû lê ev dem 11 caran hate dirêjkirin. Lê belê ev biryar bi girtî û parêzeran re nehate parvekirin.    Parêzer Ahmet Taş ku çendek roj berê li girtîgehê çû serdana miwekîlê xwe, li dijî vê rewşê îtîraz kir. Rêveberiya girtîgehê jî biryara hatiye dayîn ji parêzer Taş re şand. Di biryarê de her wiha daxwaza bi nîşaneya “nepen” a rêveberiya girtîgehê ji dozgeriyê re şandî jî heye. Di daxwazê de hatiye gotin ku heke heke biryar bê dayîn bi hinceta “agahiyên îstîxbarî yên veşarî” bila ev biryar bi girtiyan, parêzeran û malbatên girtiyan re neyê parvekirin.    Di biryara hatiye teblîxkirin de hûrgiliyên biryara dadgeriyê jî hene. Di biryarê de tê gotin ku divê hevdîtina girtiyên siyasî ya bi parêzeran re de bi cîhazên deng û dîmen bên qeydkirin, di dema hevdîtinê de peywirdarek amade be, mînakên belge, dosya û axaftinên di navbera wan de bên qeydkirin û desteserkirin. Her wiha dadgerî dibêje ku divê hevdîtin saetekê derbas neke.    Piştî şandina biryarê, parêzer Taş di 7’ê gulana 2024’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Tokatê îtîraz kir. Hat zanîn ku pêvajoya îtîrazê hêj didome.    PARÊZER TAŞ: BIRYAR DERHIQÛQÎ YE   Têkildarî mijarê em bi parêzer Taş re axivîn. Taş, da zanîn ku sepana behsa xeberê tenê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê heye. Taş, got ku divê biryar bê betalkirin û wiha domand: “Bi temamî ji ber hincetên razber hatiye dayîn. Dibêjin ‘agahiyên ewlehiya girtîgehê dixe xetereyê’ lê di nava 3 salan de tu delîlên şênber bi dest nexistine. Ji ber ku ev biryar bi miwekîlan re nehatiye teblîxkirin, weke teqezbûyî nayê hesibandin. Ev 3 sal in biryareke neteqezbûyî di meriyetê de ye. Ev yek li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku nehatiye teblîxkirin, rewşa îtîrazê jî dernakeve holê. Bisînorkirina demê tune ye lê îdare li gorî keyfa xwe her 3 mehan carekê dirêj dike. Dibêjin ‘ferman tên dayîn’ lê di vê mijarê de heta niha derheqê tu parêzer û girtiyan de lêpirsîn nehatine vekirin. Ev yek nîşan dide ku îdiayeke bêbingeh e.”    'MEHREMIYET TÊ BINPÊKIRIN’   Taş, anî ziman ku li Tokatê rejîmekî hiqûqê ya cuda hatiya avakirin û wiha bi dawî kir: “Li gorî destûra bingehîn divê hevdîtinên parêzer û miwekîlan veşarî bin û belge neyên desteserkirin. Mehremiyet girîng e. Lê li wir qadeke bi kamerayan û otorîter heye. Peywirdarek di dema hevdîtinê de li wir disekine û guhdar dike. Ev yek binpêkirina jiyana taybet e. Dibêjin divê hevdîtin saetekê derbas neke. Girtî tenê bi rêya parêzer bi derve re peywendiyan datîne. Dibe ku di dema hevdîtinê de agahiyên taybet bên parvekirin. Mehremiyet tê binpêkirin. Heman sepan did ema OHAL’ê de hebû. Divê her kes li dijî vê sepanê dengê xwe derxîne. Divê hemû rêxistinên hiqûqê li dijî vê derkevin û ji bo betalkirina wê tevbigerin.”    MA / Emrûllah Acar