Serokê AKP’î yê berê ji ber hişbirê hate girtin 2024-05-14 09:36:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku Serokê AKP’ê yê Navçeya Navendî ya Yozgatê yê berê Kurşat Kiliç di çarçoveya operasyona hişbirê da hatiye girtin.    Derket holê ku Serokê AKP’ê yê Navçeya Navendî yê Yozgatê yê berê Kurşat Kiliç di çarçoveya operasyona hişbirê hatibû binçavkirin û piştre jî hatiye girtin. Kiliç 3 sal berê hişbir bi kar anîbû û dîmenên wî yên ku bi ser hişê xwe çûbû, derketin holê. Kiliç îdia kir ku li hemberî wî komplo hatiye amadekirin.    Midûriyeta Polîsan di 7’ê gulanê de bi navê “Norkoçelîk 15” li 52 bajaran operasyon li dar xist. Li Yozgatê jî ji 13 bersûcan 10’ê wan hatin girtin. Li gorî agahiyên nûçeya Mûstafa Bîldîrîcî yê BîrGunê di nava kesên hatine girtin de Serokê Navçeya Navendî ya Yozgatê yê AKP’î yê berê Kurşat Kiliç jî heye.