Ji ÎHD’ê pêşniyara teserûfê: Lêçûnên leşkerî kêm bikin 2024-05-13 16:14:59 ENQERE - ÎHD’ê diyar kir ku dê bernameya hikûmetê ya teserûfa di qada cemaweriyê de welatiyên xizan hêj bêhtir bide zorê û wiha got: “Ji bo teserûfê lêçûnên leşkerî kêm bikin.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî “Bernameya Teserûfa di Qada Cemaweriyê de û Berhemdarî” ya ji hêla Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek ve hatiye eşkerekirin, daxuyaniyeke nivîskî da. ÎHD’ê diyar kir ku tevdîrên di paketê de dê jiyana welatiyên xizan û yên debara wan kêm hêj bêhtir bide zorê. ÎHD’ê got: “Armanca esasî ya paketê ew e ku transfera çavkaniyan a ji bo sermayeyê misoger bike. Biryarên ku bêedaletiya di bac û dahatê de mîsoger dikin hene. Armanc dike ku polîtîkayên ewlehiyê yên hikûmetê bidomin û bêhtir bûdçe ji bo leşkeriyê bên veqetandin. Heke ev paket bikeve meriyetê, dê welatiyên xizan û dahata wan kêm ku jixwe nikarin xwe bigihînin xizmetên cemaweriyê, hêj bêhtir bikevin zehmetiyê. Her wiha dê bike ku bêkariya heyî hêj zêdetir bibe.”    ÎHD’ê bang li hikûmetê kir ku paketa IMF û sermayeyê tavilê paşve bikişîne û wiha bi dawî kir: “Divê tevdîr bên girtin ku xizmeta cemaweriyê bi awayekî wekhev û adilane bên kirin. Divê lêçûnên leşkerî bên kêmkirin ku beşeke mezin a bûdçeyê ji bo wê tê veqetandin. Divê rê li ber were girtin ku çavkaniyên cemaweriyê ji bo sermayeya neteweyî û navneteweyî bên pêşkeşkirin. Ji bo di bac û dahatê de edalet çêbibe divê ji derdorên dahata wan zêde bêhtir bac bê standin. Divê tevdîrên ku jiyana kesên kêmtirîn nûçeyê werdigirin û dahata wan kêm baştir bibe divê tevdîr bên girtin. Divê tevdîrên ji bo xebat û jiyaneke însanî bên girtin.”