Berdana girtiyê nexweş 3 sal in tê taloqkirin 2024-05-13 14:23:48   DENE - Girtiyê nexweş Dijwar Nesrî Îsmaîl tevî ku cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî 3 sal in nayê berdan. Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ev astengî ji ber “midûrê girtîgehê rewşê şexsî dike” ye.    Berdana girtiyê 30 salan Dijwar Nesrî Îsmaîl ê ji ber nikare destekî xwe bikarbîne nikare bi tena serê xwe bijî, tevî ku cezayê lê hatiye birîn xelaskiriye jî bi hin hincetên cuda 3 sal in tê astengkirin. Berdana Îsmaîl ê di lîsteya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê cara 7’emîn hate dirêjkirin. Îsmaîl ê berdana wî 6 mehan hate taloqkirin, di nava 384 girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin de girtiyê ku berdana wî herî zêde tê taloqkirine.   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Mêrsînê Alî Bozan, diyar kir ku midûrê Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê A.H.Z. rewş “şexsî kiriye”. Bozanê bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bibersivîne pêşnûme pirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir da zanîn ku berdan bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê tê astengkirin.    ‘MIDÛR: HETA KU EZ LI VIR BIM TU NIKARÎ DERKEVÎ’   Bozan, di pêşnûmepirsa xwe de diyar kir ku Îsmaîl di 5’ê îlona 2021’an de cezayê lê hatiye birîn temam kiriye û mafê berdana şertê kontrola edlî bi dest xistiye û got: “Şûna ku girtî Îsmaîl were berdan bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdarî hêj nehatiye berdan. Îsmaîl nêzê 33 sal in di girtîgehê de tê ragirtin. Bi hincetên ku lijne pêşkeş dike re di pêvajoya 3 salan de girtina wî tê domandin. Dijwar Nesrî Îsmaîl di nava 384 girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin de girtiyê ku berdana wî herî zêde tê taloqkirine. Îdiayên ku midurê girtîgehê A.H.Z. rewşê şexsî dike ji me re hate ragihandin. Hate diyarkirin ku midûrê girtîgehê Z. ku li pêş berdanê astengiya herî mezin e ji Dijwar re gotiye ‘Heta ku ez li vir bim tu nikarî derkevî’. Di 27’ê sibata 2024’an de Dijwar ji parêzerê ku çûye hevdîtina wî re gotiye berdana wî ya bişert taloqî 12’ê adarê hatiye kirin, hêj dernexistine pêşberî lijneyê û midûrê girtîgehê çûye odeyê bi devkî weke ku gefê lê bixwe jê re gotiye wî bernadin. Di 12’ê adarê de berdana Dijwar ji aliyê lijneyê ve 6 mehên din hatiye taloqkirin. Bi vî awayî lijneyê berdana wî cara 7’emîne ku taloqkiriye. Ji bo biryara lijneyeke din jî 12’ê îlona 2024’an hatiye diyarkirin.”   PIRSÊN HATINE PIRSÎN   Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin pirsîn:    “* Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê mafên hiqûqî yên girtiyan ji aliyê rêveberiyên îdareyê ve bi awayekî keyfî tên astengkirin, ji bo ev yek çênebe hûn çiqas kontrolan dikin û herî dawî we kengî li vê girtîgehê kontrol kirine?   * Sedemên taloqkirina berdana girtiyê bi navê Dijwar Nesrî Îsmaîl a ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve ya 7 caran çi ne û ji bo van sedeman ravekirineke hiqûqî heye?   * Tê îdiakirin ku astengiya herî mezin a li pêşiya berdana girtiyê bi navê Îsmaîl ew e ku midûrê girtîgehê A.H.Z. mijar şexsî kiriye. Agahiyên li ser vê mijarê hem ji girtî hem jî ji parêzeran bi devkî ji me re hatin ragihandin. Der barê vê de lêpirsîneke we heye?   * Aşkereye ku taloqkirina berdana girtiyekî ya 7 caran ji aliyê hiqûqî ve ne normal e. Gelo hûn plan dikin ku der barê endamên Desteya Rêveber û Şopandinê yên ev biryar dane û sedemên pêşkeşkirin de komîsyoneke lêpirsînê wezîfedar bikin?”