Li Hatayê lehî rabû: Konteyner di bin avê de man 2024-05-13 12:47:25   HATAY - Ji ber barîna barana zêde li Hatayê lehî rabûn. Bajarê konteyniran ê mexdûrên erdhejê lê dimînin di bin avê de ma.    Di erdhejên 6’ê Sibatê de ziyaneke mezin gihişt Hatayê û bajar hêj nehatiye avakirin. Duh, li bajar baraneke zêde bariya û rê li ber lehiyan vekir. Ji ber barîna zêde ava rûbaran rabû û lehî çêbûn. Gelek deverên bajar di bin avê de man. Her wiha bajarê konteyniran ê mexdûrên erdhejê lê dimînin jî di bin avê de ma.    Ji ber barîna zêde,  li Zoma Çokekê ya navçeya Dortyolê hezaz çêbû. Ji ber hezazê rêya zomê hate girtin. Di heman demê de li Taxa Ozerliyê jî rêya li ser rûbar tebiqî.    Walîtiya Hatayê ji ber barînên zêde li tevahiya dibistanên navçeyên Antakya û Defneyê rojek betlane ragihand.