Li Wanê hejmara binçavkiriyan gihişt 55'an 2024-05-13 12:17:18 WAN - Hejmara kesên li Wan û navçeyên wê di serdegirtinên saetên serê sibê de hatin binçavkirin derket 55'an.    Hate diyarkirin ku li Wan û navçeyên wê di serdegirtinên saetên serê sibê de polîsan û leşkeran bi ser dehan malan de girtine. Hate diyarkirin ku heta niha hejmara binçavkiriyan gihiştiye 55'an. Ji bo dosyaya 55 kesên ku birine Midûriyeta Polîsan a Wanê biryara veşartinê hate dayîn. Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi tevlibûna berxwedana 2-3'yê nîsanê ya li ser nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdûllah Zeydan pêk hat tên sûcdarkirin.    KESÊN HATINE BINÇAVKIRIN   Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: "Can Goren, Erol Sari, Mesût Uçer, Îsmet Yakût, Vedat Balik, Diyar Aslan, Cevzet Yucel, Dilgeş Aslan, Umît Çobanhan, Kenan Îldenîz, Kadîr Uçer, Abdulkadîr Akdag, Şahîn Ozturk, Bûlût Kaynak, Azat Kaya û Ozgur Dûman.